Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya 13`ê Tîrmehê rêûresmek li bingeha Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat birêve çû

14:40 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Bi boneya13`Têmehê, 26mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, rêûresmek bi beşdariya rêzdar “Mustefa Hêcrî”sekreterê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, endamên birêveber û pêşmerge, malbat û mêvanan, di binkeya Deftera Siyasî a Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê birêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, paş nîvro a roja duşemî 13`ê Tîrmeha 2015`an, rêûresmeke taybet bo bîr anîna Dr. Qasimlo û hevalên wî hate lidarxisitin û rêûresm bi xwandina serûda “Ey Reqîb” û ragirtina deqek bêdengî ji bo rêzgiritin ji canê pakê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dest pêkir.

Hesen Şerefî cêgirê sekreterê giştî yê Hizba Demokrat bi boneya karesata Viyana yê û şehîdkirina Dr.Qasmlo û hevlên wî axaftinek pêşkêş kir.

Şerefî di axaftina xwe de bas ji kesayetiya Dr. Qasimlo di nav civaka Cîhanê de kir û ragihand ku welatên dagîrker ji zaniest û karîzmatîk bûna Dr. Qasimlo ditirsiyan.

Hesen Şerefî dazanî: Dr. Qasimlo dema ku di welatê Çêk de bû, Hikometa wê demê ya wî welatî bi sebeba hebûna bîr û hizra azadîxwaz a Dr. Qasimlo û hevalên wî bi dijî welatên dagîrkerane zext û givaş xistin ser û li wî welatî derxisitin.

Cêgirê sekreterê giştî yê Hizba Demokrat di axaftinên xwe de bas ji hereketa vê dawî ya pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bo deverên sînorî kir û ew herket bilind nirxand.

Dore, Kora mozîk a Hizbê çû ser dekû û sirûdek şorişgerane pêşkêşî beşdarbûyan kir.

Di aliyekî din a rêûresimê de loha rêzanîna Komîsoyna Perwerde ya Hizba Demokrat ji aliyê Dr. Mîro Eliyar endamê Deftera Siyasî ya hizbê pêşkêş bi Hûnermend “Şoreş Ahî” derheqê durust kirina peykera şehîd Qsimlo hat kirin.

Her di wê demê de, ji aliyê birêveberên rêûresimê daxwaz ji du zarokên şehîd bi navên “Şilêr Rizaî” keça şehîd “Hejar Rizaî” û “Emîn Kerîmî” korê şehîd “Qadir Kerîmî” hate kirin ku perde li ser peykera Dr. Qasimlo rakinibûn.

Di nav rêûresmê de peyama Partiya Sosiyalîst a Kurdistanê bi destê birêveberên rêûresimê gihîştibû û ji aliyê wan birêveberan ve sipas jê hate kirin. Berga din ya rêûresimê bi vê away bû: Pêşkêşkirina peyama rêxistina jinan , ciwanan û xwadekarên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ji aliyê “Fûad Xakîbêgî” sekreterê Yektiya Ciwanan ve hate xwandin.

Paşan di rêûresmê de çend helbest û pexşan ji aliyê “Morad Akîncî” xelkê Kurdistana Bakûr û “Cemal Fethî” ve hate pêşkêşkirin.

Rêûresim bi sirûdek ji aliyê Kora Mozika Hizbê dawî pê hat.

alboma wêneyan



vidoe