Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema qezaya terafîkê 3 kes mirin

13:32 - 18 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Bi sedema bûyera terafîkê li ser rêya Mihabad bo Bokanê, 3 hemwelatiyên Kurd canê xwe ji dest dan.
Li gor rapora Kurdistanmedia, 14’ê Hezîran a 2014’an di qezayekî terafîkê li ser rêya Mihaad bo Bokanê li nêzîk gundê Burhan, 3 hemwelatî bi navê Şehriyar Ostad Îbrahîmî, Çalak Hesenzade û Saro Ebdullahpûr canê xwe ji dest dan.
Li koma giştiya 1672 kes ku seba qezaya terafîkê di sala 1392’a Rojî de li her 4 parêzgehên Kurdistanê canê xwe ji dest dane, 924 heletê mirinê seba bûyera terafîkê li rêyên derveyî bajêran, 594 li nav bajar, 152 halet li rêya gundan û 2 halet jî ku narûn bûye, rû daye.