Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikaranîna zarokan di şer de qedex ye

20:16 - 13 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Konvansiyona Mafê zarokan a NY roja 12’ê Sibatê roja “Zarokên Serbaz” bi nav kiriye, û her bi vê boneyê jî di piraniya welatan de bernameyek li jêr navê “Roja destên sor” tê lidarxisitn.

Li gor raporên belavbûyî, li sala 2002’an de Saziya Navnetewey roja 12’ê Sibatê “roja zarokên serbaz” bi nav kiriye, her di vê derbarê de jî, Saziyên Mafên Mirovan texmîn dikin ku 250 hezar zarok di 19 welatên Afirîqa, Asiya û herwiha di Amerîkayê Latîn de, hîna di girûpên çekdar de weke serbaz têne bikaranîn.

Hêjayê gotinê ye ku di vê rojê de, piraniya welatan vê merasîma roja bi navê “Destên Sor” di welatên xwe de bi rê ve dibin û di vê rojê de jî piranyia çalakvanên mafê mirov û zarokan rengê sor li destên xwe didin û herwiha armanca wan dijberîkirina digel binpêkirina mafê zarokan û herwisa haydarkirin û hişdarîdan li hember bikaranîna zarokan di şer de ye.

Di heyama 8 salên şerê rejîma Îranê û Îraqê de piraniya ciwanên ku temenê wan jêr 18 saliyê de bû di saziya terorîstî a Spaha Pasdaran de dihatine bikaranîn û heyanî niha jî di xwendingehên Îranê de meşqên leşkerî didin zarokan.