Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakên Ehwazî rapora salane ya mafê mirov a Berîtaniyayê rexne kirin

21:55 - 9 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Çalakên Mafê Mirovan ên Ehwazê, rapora salane ya Berîtaniyayê, seba liberçavnegirtina binpêkirina mafên kêmaniyên netewî û olî ên Îranê bi giştî, û Kurd û Ereban bitaybetî, rexne kirin.

Wan çalakên Ehwazî di daxûyaniya xwe de ragehandine ku, di salên berê de bi qencî bas ji binpêkirina mafê Kurd û Ereban di rapora salane ya welatê Berîtaniyayê de dihat kirin, lê îsal wate di rapora wan ya dawiyê de tu amaje bi wê yekê nehatiye kirin.

Eva di demekî de ye ku piştî rakirina dorpêçên ser rejîma terrorist ya Tehranê, aboriya berîtaniyayê niha tekezê liser pîşesaziya petrol Îranê dike, da ku ji vê rêyê ve bikare henardekirina xwe bo wî welatê zêde bike.

Li gorî rapora “Saziya Netewên bê dewlet UNPO” ku baregeha serek yaw î li Birûksêl a serbajarl Biljîkê ye, Kurd û Erebên Ehwazê seba ferq u zudahiyên di pêşesaziya petrol û dahata Îranê û herweha ferq u cudahiyên Olî, dijatiya rejîma terorist ya Tehranê dikin, lewra hertim armanca tundutîjiya hêzên serkutker ên rejîmê ne.

Lewra ew çalakên Ehwazî daxwazê ji Wezareta Karê Derve ya Berîtaniyayê dikin ku, di riftar û helwêstên xwe yên pêşerojê de, seba sermnayegozariya di herêmên wan de, mafên kêmaniyên netewî û olî liberçav bigire û di nirxanidn xwe de, wan nexe perawêzê de.