Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li sînorên Newsûdê de zêdetir ji 8 kolber birîndar kirin.

11:40 - 30 Nîsan 2024

Hêzên sînorî yên rêjîma Îranê bi teqeya rasterast, zêdetir ji 8 kolber li sînorê bajarê Newsûdê birîndar kirin ku bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin

Pêka rapora Kolber Newsê roja Duşemî 10ê Banemerê, zêdetir ji 8 kolber ên xelkê bajarên Ciwanro, Rewanser û Selasa Bawecanî li encama teqeya rasterast a hêzên sînorî yên rêjîma Îranê birîndar bûne ku bi armanca çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Li derheq nasnameya wan kolberan hêj ti zanyariyek belav nebûye.

Pêka rapora Kolber Newsê li sala 1402 a Rojî, 444 haletên kuştin an birîndarbûna kolberan li deverên sînorî û rêyên li navbera parêzgeha Urmiye, Sine û Kirmaşanê bi sedemên wek teqeya rasterast a hêzên rêjîmê, renî û sir û seqemê, teqîna mînê û kevtin û veresiyan ji bilindahiyan, canê xwe ji dest dane an birîndar bûne ku ji vê rêjeyê, %84 li encama teqeya rasterast a hêzên hov ên rêjîmê bûye.