Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya xwekujiya Perestaran 5 beramber zêde bûye

12:24 - 30 Nîsan 2024

Hevdem digel pirskirêkên kar ya Pizişk û Perestaran li Îranê de,amara xwekujiya di nava wê qatê de gelek zêde bûye û rewşa nizama silamete Îranê li devedevê herifînê de ye.

Gorî rapora rojnama “Dunyaya Êqtisad” xwekujiya pizişkanli Îranê de geheştiye astekê ku %40 di nava pizişkên Mêr û %130 li nava pizişkên Jin de zêde bûye.

Herwisa di amareke wê rojnamê de hate ragihandin ku gorekî salên pêş de, amara xwekujiya Perstar û Pizişkan li Îranê de, 5 beramber zêde bûye.

Mihemed Mîrxanî şêvrdarê civakiye saziya Nizam Pizişkiya Îranê ragihand ku pirskirêk û nebûna îmkanatan û kêmiya heqdest û karê zêde û nebûna ewlehiya kar, hemî bûne sedem ku pizişk û perestar hawara xwe bibin bo xwekujiyê û ev kêşeye hinde mezin bûye ku êdî tu cure guherînek jî nikare rewşê çêke.

Ji bilî xwekujî û dest ji kar kêşana pizişkan û perestaran, hejmara derkevtina wê qatê ji welat û çona bo welatên bîhanî, bi xeyala geheştin bi kar û jiyanekî baştir, roj bi rojê zêde tir dibe û piraniya duktorên pispor ên xelkê Îran, li welatên bîhanî de akincî bûne û mijûlê kar û û pêşê xwe ne.