Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

ceşekî rejîma Îranê hate kuştin

15:50 - 14 Adar 2018

Kurdistanmedia: Yek ji caşên ser bi Spaha Pasdaran di Mergewera Urmiyê de hate kuştin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, êvariya roja Sêşemiyê 22`ê Reşemehê qirêjxwarekî ser bi Spaha Pasdaran bi navê Mamil Pûrmihemedî xelkê Bawan a navçeya Mergewer ji aliyê Bazên Zagrosê ve hate kuştin.

Di çend salên borî de û bi taybetî piştî ragehandina xebata nû ya PDKÎ naskirî bi Rasanê, beşeke berçav ji caş û xwefiroşên ser bi rejîma Îranê, ji aliyê xelkê Kurdistanê û ciwanên şoreger ve gihîştin cezaya kiryarên xwe yên gemar.

Di daxuyaniya Bazên Zagrosê de hatiye: Caşê gemar û qirêjxwar, Mamel Mihemedî kurê Cemîl xelkê Bawan a Mergewer bi tawana ajantiya bo çekdarên rejîma Îranê, û azardana ciwanan û talankirina kasibkaran, û rakêşana ciwanan bo nav tora besîcîtiyê, ji aliyê Bazên Zagrosê çiqa Mergewer ve, gihîşte cezayê xwe.

Li gora vê nûçeyê Mamil ji wan xwefiroşan bû ku serbraê çend caran hişyarkirinê, herwisa dirêjî dida kirêgirtîbûnê, bo deshilatdarên rejîmê di navçeyê de, lewra êvariya roja 22`ê Reşemehê biryara cezakirina wî ji aliyê Bazên Zagrosê ve hate dan, û hate gullebarankirin.

Di dawiya ragehandinê de jî hatiye: Bi vê sedemê ve, cardin jî Bazên Zagrosê hemû wan çekdarên ku ketine dava dewleta Tehranê bo serkutkirina xelkê, û xelkê azar didin, hişyar dike, ku dawiyê bi xizmetkirina bi dagîrkerê maf û azadiyên gelê xwe bînin, hekî wisa nekin, wê ji aliyê Bazên Zagrosê ve bigihîjin tawanên xwe.