Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê peyama sersaxiyê bo Mistefa Hicrî şand

21:11 - 14 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Birêz Kosret Resûl Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, derheq bi koça dawiyê ya Serwan Çeko Rehîmî, peyama sersaxiyê bo Mistefa Hicrî, Serkreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê Şand.

Eva deqa peyamê ye:

Birayê gellek rêzda Mistefa Hicrî!

Berêzan Endamên Deftera Siyasî yên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê!

Silavekî gerim


Mixabin û bi daxeke zêde ve, me nûçeya koça dawiyê ya Serwan Çeko Rehîmî bihîst, bi vê boneyê ve em sersaxiyê dibêjne we hemû aliyan, û şirîkê xema we ne. Xwedayê mezin ruha wî bi Beheşta Berîn şa bike, û sebrê û aramiyê bide we û malbata Serwan Çeko.

“انا لله و انا الیه راجعون”
Birayê we Kosret Resûl
12.05.2016