Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di du mehan de 15 Belûç bi teqeya hêzên rejîma Îranê hatine kuştin

16:41 - 13 Gulan 2015

Kurdistan Media: Di teqeya rasterast ya hêzên çekdar ên Rejîma Îranê ji hevwelatiyên Belûç di Sîstan û Belûçistanê de I mideha kêmtir ji du mehan de, 15 kes hatine kûştin û birîndar kirin.

Malpera Kurdistan Media pêka nûçegihaniya Herana, di heyama du mehên destpêka îsal de, teqeya rasterast ya hêzên çekdar ên rejîma Îranê ji hevwelatiyên Belûç, 15 kûştî û birîndar li pey xwe re anîne.

Li gorî amarên fermî yên rejîma Îranê, di nav wan kuştiyên teqeya rasterast ya hêzên rejîma Îranê de, 4 kes jê jin û zarok bûne.

Herwiha gorî amarên fermî yên rejîma Îranê, di heyama sala borî (2014`an) de aliyê kêm 22 hevwelatiyên Belûç bi teqeya rasterast ya hêzên rejîmê hatine kuştin û birîndarkirin.

Di Kurdistanê de jî li gor amarên fermî yên ajansa Kurdpa di sala borî de, di nav hevwelatiyên sivîl yên Kurd ku ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma Îranê ve li cade û sînorên Kurdistanê de ketibûne ber teqeya rasterast a hêzên rejîmê, 64 kes hatine kuştin û birîndar kirin.