Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hewleke jîngeparêzî de nexweşiya darbelûtan li nêzîk bajarê Îlamê hat çareser kirin

14:45 - 16 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Pişkek ji daristanên darbelûtên Îlamê ku çendîn sale ligel cure kirmek bi navê Lorantos rûderû ne, di hewlekî jîngehparêjî de hatin paqij kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, 200 hiktar ji darberûtên bexşa Karzan a ser bi bajarê Sîrwan, roja Înê bervara 15’ê Hezîran a 2014’an, ji kirmên Lorantos hatin paqij kirin.

Çalakên jîngehparêzî yên Kurd bi awayeke xorisk û bi bê beşdariya tu navendek ên ser bi rejîma Îranê, ew hewla jîngehparêzî birêve birin.

Bajarê Sîrwan li parêzgeha Îlamê 38 hezar hiktar daristan heye ku pişkekî mezin tûşî nexweşiya Lorantos bûye û hewusa 2 milyon hiktar ji rûbera parêzgeha Îlamê ji daristan û lewargehan pêk hatiye ku 461 hezar hiktar daristan e û bi gotina karzanan 60 hezar hiktar ji koma giştî a wê çavkaniya xwezaye, tûşî nexweşiya Lorantos bûye.

Kirma Lorantos cure kirmek e ku nav daran de derdikeve û li ser rêngê darê ye û darê girmî an xirab dike ku ewa jî dibe sedema hişkbûna darê.