Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du Îranê bi tometa binpêkirina ambargoyên aborî hatin ceza kirin

19:53 - 18 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Dozgeriya welatê Almanê du hemwelatiyên Îranî bi sûça binpêkirina dorpêçên aborî ku dijî rejîma Îranê hatine pejirandin, hatin ceza kirin.

Nûçegihandiya Îsna bilav kir, du hemwelatiyên Îranî bi sûça binpêkirina ambargoyên aborî ên navdewletî ku dijî rejîma Îranê hatine pejirandin û herwisa qaçaxiya dehan motorên balafirên bê balafirvan, ji aliyê dadigeha Firankfort a Almanê ve hatin ceza kirin.

Nasnameya wan du kesên Îranî ku “Iman. Ji. LC” û “David. A” ragihandin bi tometa binpêkirina yasaya bazerganî ya derveyî Almanê hatin sûçdar kirin.

Raport bas ji wê dikin “Iman. Ji. LC” rûniştiyê Almanê ye û bi sûça rêkirina 61 motorên balabirên Jet Sky bo Îranê di heyamê sala 2008 û 2009’an ji aliyê dadigeha vî welatî ve hatiye ceza kirin.

Herwisa dozgeriya han “David. A” bi sûça alîkarî û kirîn û firutina hinek ji wan matorane ligel Îranê mehkûm kir.