Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Xatemî Bêt? Serkêş ken bila bêt Dîsan gayê cotî bêhn berda!!

21:04 - 7 Gulan 2012

Ceifer Mubeşirniya


Ehmed Xatemî, Pêşnimêjê Demkî yê Tehranê di nimêja Înê de got: ‘’Heya rejîma Komara Îslamî li kêleka Beşar Esed be, rejîma wî nahê hiloşandin’’.
Eve raste!, eve rasteeeeee sed qurana!!!
Lê ferqa wê tun ye “gayê coti”, çi heta rejîma we a Komara dijî mirovan li kêleka Beşûyê qirrikdirêj be rejîma wî bimîne, çi heta rejîma Esed xwe rabigre rejîma we li ser lingan dimîne, çimku hûn cemikek şûm in û we şîrê dêlikekê xweriye û demarên we yek in. Ê çawa dibe ku rejîma Esed bihê hiloşandin û rejîma we a Komara Nemirovan bi tewirdasên xwe hidayî serê xelkê bimîne.

Lê bila bo carek din jî bêjim te “gayê coti”, “ez wî dikim yê dinya danî”, pilîndarê demokrasiyê wusan gela patika “Esed” girtiye, taze tu herî her du çavên wî bigrî û têliya xwe jî danêy ber cihek din, ewê taze bitelife. Vêca tu jî hemû nimêjên Înê destê xwe bilind ke û bike ware waaaaaar, way wê quranê li şilkesera te dayî û tu kirî daaaar, te jêwaye ku xelik wê bêje te, ay hewaaaar? Walla wê bêjin te quzzzzzzilqurt û zehremaaaaar.
Xamineyî bêt? Bila tenê neyê, Mehmûd jî gel xwe bîne!

902.jpg


Di roja 1’ê Gulanê de kedkarên cîhanê rabûn ser lingan û meşên aştîxwazane û hêmin bi armanca rêzgirtin ji roja xwe a cîhanî birêve birin.

Rejîma Xamneyî jî ne tenê îzin neda tu kedkarekê ji mala xwe derkeve, belkî pîre hêstirê “Kewîra Lot” gote reş û rûtên xwe îzna kedkaran bidin bila biçin deşta jêrday Tehranê ji xwe re bimeşin!!!!!

Walla babo başe, tenê eva mabû, xelkê bibin sehraya hişk û rût, vêca bila Xamneyî xerezanekê destê xwe bigre û bibe sereşiwan û li sergê raweste û Mehmûd jî pê kepê çilmî kopalek kema wî hendek vekirî bibe dûhajo û dangê raweste. Vêca gurzo, kotan, qesab, hirçû û tev tûle û rûtikên ku ji bo vê yekê nabin navan jî li ser danên berdin canê xelkê û “Xamineyî” bêje: Haylo daylo serra berra dê dêêê!!, Mehmûd bêje dê hirçû, dê bigir, dê bikuj, dê bikêş!!! Kedkarên hejar û nedar û bêkar terra û berra bikin belkî bi wî awayî nirxa bêkariyê heya qasekê jêrde bînin.

Çimku eva pîşeyê wan e, neraziyan dikujin û piştre dibêjin ka? Ka nerazî!!! Siyasiyan digrin dikujin û dibêjin ka? Ka siyasiyên dijber di welat de hene??!!!!!