Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li rojekê de 2 kes ji xelkê Belûç teror kirin

12:31 - 8 Gulan 2024

Starnbêjekî xelkê bajarê Zahidanê û herwisa çalakvanekî Belûç ê xelkê bajarê Xaşê yê rûniştiyê Pakistanê ji aliyê terorîstên rêjîma Îranê ve hatine kuştin.

Pêka rapora “Resed ê Belûçistan”ê roja Sêşemî 18ê Banemerê, li demjimêrên şevê de kesên nenaskirî yên kinc medenî, stranbêjîê Belûç “Bilal Nesroyî” bi derba çeqûyan bi sing û dilê wî, li taxa “Kerîmabad” a bajarê Zahidanê de bi awayekî hovane kuştine.

Navbirî starnanên hemasî yên gelê Belûç distirandin û xoşewistê xelkê xwe bûye û yek ji starnên herî balkêş a wî, strana bi zimanê Belûçî ya bi navê “Inşaellah Azad Belûçistan bêt” bû ku kevtibû ber kerb û kîna rêjîmê.

Pêka vê raporê heyamek bû ku hêzên leşkerî yên rêjîmê lipey wî kevtibûm lê nekarûbûn wî peyda bikin.

herwisa Resedê Belûçistan û çend û çavkaniyên din ên Belûç jî dane zanîn ku li roja Sêşemî 18ê Banemerê, çalakvanekî Belûç yê bi navê “Fîrûz Nironî” yê temen 40 salî û kurê “Resûl” ê xelkê bajarê “Xaş”ê  ku hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê bi sedema dosyeya ewlehiya wî lipey kevtibûn, li bajarê “Dalbendîn” a Pakistanê de ji aliyê 2 ajotvanên motorsîkletan ve bi bi teqe bi serê wî, teror kirin û kuştin.

Bi vê pêkê terorîstên rêjîma Îranê li pakistanê de ji destpêka sala 2024 a Zayînî, heta niha 3 kes ji xelkê Belûç li pakistanê de teror kirine û kuştine.