Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek li sînorê Banê ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve hate kuştin

11:46 - 8 Gulan 2024

Kolberekî Kurd li encama teqeya rasterast a hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Banê, hate kuştin û heta niha jî termê wî radestê malabata wî nekirine.

Pêka raporên belavbûyî, roja Sêşemî 18ê Banemerê, kolberekî xelkê gundê “Şiwê” ser bi bajarê Banê yê bi navê “Mihemed Qadirî” li sînorê “Gilesor”ê ser bi bajarê Banê, bi teqeya hêzên sînorî yên rêjîma Îranê hatiye kuştin û pêka zanyariyan, hêzên rêjîmê bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li wî kolberî kirine.

Pêka zanyariyên belavbûyî, “Mihemed Qadirî” bavê 3 zarokan e û li dema teqeya hêzên rêjîmê, ti tiştek digel nebûye û sedema teqeya wan hêzan bi serastî nerohn e.

Heta niha berpisên pêwendîdar ên rêjîmê li vê derheqê de ti daxuyanî an agehdariyek belav nekirine û termê “Mihemd Qadirî” heta belavbûna vê nûçeyê, radestê malbata wî nehatiye kirin.