Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîrozabadî bêt? Ger derazînkê jêk nebe der, bila bêt!!!

22:22 - 22 Nîsan 2012

Ceifer Mubeşirniya

Fîrozabadî Serokê Sitada Giştî a Hêzên Çekdare rejîma Îranê gefek li “ser hewayê zikê xwe” xwar û got:“Di egera her êrîşekê de emê Îsraîlê bikêlin”.
Kêlana ku tu dibêjîîî û mebest ser û bin kirina Îsraîlê be, “na”, hûn nikarin bikêlin, çimku cihê ku hûn dibêjinê dujmin, bi rastî mîna beyarek çiyayên bilind ji destên werzêrên bêînsaf dûr e û her yê mîna xwe bipît û bereket bimînin.
Tu bo nabêjî ew cihên ku hûn dibêjnê can û dil, axa pîroz, erdê xwedê, cihên ku hûn rondikên tîmsahî bo dirêjin, weke Felestîn, Lubnan, Başûrê Îraqê, Sûrıye!!! Ohooo, weke Îranêêê!!! Zikçêlê bagirdan, hey qedela rûni ma we ew baş kêlane? Ka mêze bike mirov ji wan deran de dijîn? Bizane jiyan, evîn, rehm, xweşî, perwerde û aqil û zanist di wan cihan de kêlayîne yan ne? Ger wa nebe “xwedê xenîmetiyê riha min bibe û ez xêrê ji xwe nebînim”.
Lêêêêê.., ez bawer nakim ku Fîrozabadiyê ziktojen ji wan tiştan fikirîbe. Wusa dixuye ku axaftina wî heq be û dikare Îsraîlê bikêle!!!, Vêca tu bo nakêlî!! Sukir û şepîlkên ku te heyî, ez û xwedê he “nîr û cot” jê kêm in û xerezanekê jî bila celladên te ên ku di şeqamên Tehranê de ji teşk û demanên keçên ciwan dixistin, bigrne destê xwe û her ji banîkên “Colan”ê ku çavên we pê sor bûne ve bigre heya digîje navenda “Têlavîv”ê bikêle, kes nizane ku tu mirovî, xelik wê bêje: Hehey kelê min!!!
Xweşdil bêt? Nas nakim lê bixêr bêt
620.jpg

Simayîl Xweşdil, Nûnerê Civaka Masîgir û Werzêrên Hurmizganê di axaftinekê de got: Ehmedînihaj “Ya Elî”yekê bêje û pirsgirêka abûrî a masîgir û werzêrên Hurmizganê çareser bike!! Wexte em ji birsan bimrin.
Nebêje mebesta wî ev e ku Ehemdînijad ji wan re deske şene û singan hilû bike!!!, ne arîşeyên abûrî ji wan re çareser bike. Çimku di dawiya axaftina xwe de got: Ger “dujmin” êrîşî Îranê bike, masîgir bi benikên xwe û werzêr bi deske pêmere û şeneyên xwe dê wan bikin xoreka kûse û masiyên behra Kendawê.
Rejîma Îranê li hember her gotinek serserî û sozek derew, kiryarekê ji xelkê dixwaze, lê vêcarê dixwaze bi benik û werîs û deske şene û pêmereyan, werzêr û masîgirên Hurmizganê bişîne pêşiya “F.16” “B.52” û nizanim ecayîbên nîzamî ên Îsraîl û Amerîkayê!!!!
Neke Simayîlê mino neke! ez bextê teme tu neke. Me ew roj dîtiye û me “herkiyan” ezmûna sala 1921’an heye, dema ku Ûris “Rûsî”an êrîşî Îranê kirin û li gundê “Dolepêsan” û “Kişpile” hin xweşmêran bi şene û bêrikan, tevr û dasan, û rêzîn û bereqaniyan êrîşî tankên Rûsî kirin, dema ku tank dora xwe zivirî, gotin lêden me gêj kir ha, lê dema ku topek ji gewriya pişta gundê “Kişpile” da, xweşmêrên me reviyan û bi zarzimana herkiyanî gotin: Bihelên kurbiserno! eve ew nîne yê em dibêjin” !!!!