Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hella hellayeke be’ecokane

13:30 - 9 Çirriya paşîn 2016

Kerîm Perwîzî

Cihgirê fermandê Spaha Pasdaran ya Îranê di civînekê de, bi fermandarên vê spahê re, di Urmiyê, gef li dijminên xwe xwar, ku li her cihekî bin, ewê bikevin pey wan, û wê wan ji nav bibin, herwekî ku berê jî ew kar kirine.

Ew qise û gefên pasdar Selamî di Urmiyê de, di rêûresmekê de bû ku bi navê rêzgirtina ji kuştiyên spah û Îtila’atê pêk hatibû, û gotina ew kuştî, ew nirx û buha ye ku Spaha Pasdaran di heyama cuda de, di şerê Sûriyê û li parastina sînorên Îranê de daye.

Bixwe ew civîn û ew rêûresm berî her tiştî nîşander û derxerê kuştiyên spahê û hêzên bikirêgirtî ye, ku di heyama çend mehên borî de, û di dijberiya digel Rasan a gelê Kurd de têde çûne, û vê heyamê rejîm li ber barê derûniya hêzên xwe ên serkutkar, hejmara rast ya kuştiyên xwe diveşartin, û cuda ji vê beşa civîna rejîmê, dimîne ser qisên pasdar Selamî, ku di derûna xwe de derxerê çend rastiyan e.

Yekem aliyê wan qiseyan ew e kuherçend ku bi gefxwarin û bi kerb û kîn ve, bara derûniya xwe eşkere dike, û dixwaze ku rûçikê hikûmet û hêzeke xwedî deshilateke bihêz ji xwe û rejîma xwe nîşan bide, lê di rastî de, nîşana vê ye ku ew rejîm heya çi radeyekê, lerzok e, û nîşan dide ku ji kîderê ve ew rejîma derbê dixwe, û riya pêşerojê ji me re diyarî dike, ku em dikarin ji çi xalekê ve rejîmê bixin bin zextê!.

Bi salan bû ku digotin hêzên Kurdî nemane û tê de çûne, û rejîma Komara Îslamî hejmonî bi ser tewahiya navçeyê de heye, lê bi biryara “Rasan” a gelê Rojhilat, ku hêşta di pêngavên destpêkê de ye, û riyeke zaf li pêşiya wê, û pêngavên meztir li pêşiyê ne, rejîm wisa ketiye lerzê, û berpirs û fermandarên Spaha Pasdran a terorîst û destûpêwendiyên wê, zû zû dest dikin bi gefxwarina û hawar hawarê. Rasanê hemû hejmoniya derûniya rejîmê kiriye bilqa ser avê.

Ji aliyekî din ve, ew gefxwarina tirsinokane ya Spaha Pûasdran vê rastiyê diselimîne ku rejîma Îranê, her demekê ku di qada siyasetê û berêkaniya rewa de, kêm tîne, berbirûyê şikestê dibe, hawar xwe dibe ber kiryarên nerewa û terorîstî, lewra bi hemû awayekî gefa derbelêdana li dijminan li her cihekî dinyayê de dikin, û gurzên giran li neyaran xwe didin ku ew jî heman terora neyaran e li derveyî welat.

Herwekî ku salên berê ku Felahiyan bas ji şopandina dijminên nîzamê kir, û terora Berlînê lê ket, û vê carê jî pasdar Selamî , bêçareyî û tirs û zendeqa xwe, bi gefa terorî dipeçêvin.