Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemas ji rejîma Îranê dûr dikeve

16:20 - 11 Gulan 2012

Kurdistanmeida: Tevgera Hemas ku yek ji hevpeymanên eslî yê Komara Îslamî ye, ragihaniye ku têkiliyan di aloziyên navbera Îran û Îsraîlê de nake.


Li gor rapora “Radyo Almaniya”, Serokê Tevgera Îslamî a Hemasê di tot û bêjekê de gotiye, di dema êrîşa Îsraîlê bo ser navendên navikî ên rejîma Îranê, Hemas weke piştevanî ji Îranê nakeve qada wî şerî.
Îsmaîl Heniye, di got û bêjekê tev “Royterzê” de amaje kir: “Hemas tevgerek Felestînî ye ku di çarçûveya xaka Felestînê de çalakiyan dike û her kiryarek siyasî û nîzamî ên xwe di çarçoveya berjewendiyên xelkê Felestîmnê de encam dide.
Serokê Hemasê berevajiya rejîma Îranê, piştevanî ji rabûna xelkê Sûriyê li dijî rejîma Beşar Esed kiriye.