Li halekê de ku giranî, bêkarî, û nebûna ewlehiya canî û karî, bêhivîtî ji paşerojê û qeyranên din li Îranê de roj bi roj zêdetir dibin, rêjeya xwekujî jî zêde bûye û temenê xwekujiyê gihîştiye 10 saliyê.
Piraniya rojan nûçeyên xwekujiya jinan, zarokan û ciwanan li Îranê de têne belavkirin û ji qatên cuda yên civakê ji zarokan heta pizîşk û xwendevan û xwendekaran, ji kedkaran heta xwediyên kar pêlek ji xwekujiyê li Îranê de serî hildaye û pêka dawî nûçeyan, zarokek 10 salî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de xwe kuştiye.
Li çend rojên derbasbûyî de li Şahînşehra Îsfehanê de keçeke ciwan cehda xwekujiyê dabû û li bajarê Birûcêrdê de li parêzgeha Luristanê, kedkarekî jî cehda xwe kujiyê da.
Ji destpêka îsal ve heta niha bi nêvincî her 10 rojan pizîşkekê hewla xwekujiyê daye, herwisa xwekujiya perestar û kadrên dermanî jî beşek ji vê pêla xwekujiyê ne.
Li halekê de ku rêjîma Îranê hemû dahata xelkê Îranê bo armancên xwe yên gemar li derveyî Îranê xerc dike û bi gendeliya sîstematîk jiyana xelkê talan dikin.
Ji aliyek pêla bidarvekirinan li Îranê roj bi roj bilindtir dibe, bê hivîtî,nebûna kar, nebûna dahat, westiyana zêde ya pizîşk û kadrên dermanî, tundutîjî û givaşa hêzên hov ên rêjîmê li girtîgehan û li ser şeqaman, roj bi roj jiyana mirovan li Îranê dijwartir dike û hevdem rêjeya xwekujiyê jî zêde dibe.