Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina nûnerê PDKÎ û endamekî Parlimantoya Norwêjê

14:21 - 21 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Norwêjê, di Parlimantoya wî welatî de, bi Kirîstiyan Norheym re civiya.
Li gor rapora Kurdistanmedia, Ezîm Elyasî, berpisê pêwendiyên PDKÎ li welatê Norwêjê, bervara 19’ê Hezîran a 2014’an, bi Kirîstiyan Norheym endamê Parlimantoya Norwêjê a ser bi partiya pêşkewtinxwaz re civiya.

Di wê hevdîtinê de, rewşa Îranê bi giştî û Kurd bi taybetî, zirûfa aloz a Îraqê, bi rojev kirina pirsa Kurd di Parlimentoya Norwêjê, pêkanîna hevdîtinekê tevî Kongireya Netewên Îrana Fediral û Perlimantoya Norwêjê, meşa 11’ Tîrmehê li Sitokholmê û pêwendiyên PDKÎ û Partiya pêşkewtinxwaz a Norwêjê, ji mijarên sereke yên wê civînê bûn.

Herwuha asta zêdebûna rêjeya Îdam û binpê kirina mafê mirov derheq bi netewên Îranê piştî hatine ser kar a Rûhanî û zêdetir bûna zext û givaşên ser civakê, parek din a basên wê civînê bûn.

Kirîstiyan Norheym soz da ku li Parlimantoya Norwêjê, di civîbek taybet de tevî hikûmeta wilatê xwe, pirsa Kurd bixe rojevê û hevdîtinekê bo Kongireya Netewên Îrana Fediral, tevî komîteya karûbarê derve û berevanî a Perlimantoyê lidar bixe.