Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvîna Agirî bi “Yûsif Kenanî” û “Gulê Îbrahîmî” re

19:52 - 7 Gulan 2012

Gelik mirovên mezin ji bo armancên mezin û bo xizmet bi mirovahî û serbestiya gelan canê xwe gorî kirine û heta heta di nav dilê evîndar û rêvîngên riya xwe de mane û dimînin. Hin mirovên din jî di jîna serbilindane û bi ked û xebata xwe ya pîroz tiştek ji wan şehîd û sembolan kêmtir ninin; çimku wan jî xweşiyên jiyanê ji xwe herimandine û temenê xwe kirine goriyê vê riya pirr buha. Ji wan “Yûsif Kenanî” naskirî bi “Mam Yûsif” û “Gulê Îbrahîmî” naskirî bi “Bace Gulê” du xebatkarên newest û dêrîn ên PDK Îranê ne.
Kewêzer

Yûsif Kenanî naskirî bi “Mam Yûsif” pêşmergeyekî dêrîn û xebatkarek bi bîr û bawer e ku temenek 75 salî derbas kiriye û pêtirî 30 salan e di refên PDK Îranê de bo çirkeyek jî dest ji kar û xebata xwe bernedaye.

Mam Yûsif, mirovekî xweşbêj, henekbaz, xwîn şirîn û hezkiriyê hevalan û di heman dem de bi îman, wêrek û dil soj e.
Mam Yûsif ku li gundê “Geklên”a ser bi devera “Jawaro” a bajarê “Sine” ji dayîk bûye; dibêje: Dema ku min bi çavên xwe didît eskerên Îranê dihatin xelik azar didan û li ber çavên malbat û zarok û mêran jin dixistin bin pêlawên xwe, wijdana min dihejiya û çokên min dilerizîn. Min digot tu bêjî riyek nebe ku em bikarin jin û zarokên xwe li ber dest û pêyên wan xwînmij û ne mirova rizgar bikin?

Mam Yûsif axaftina xwe domand û got: Ez pirr hizirîm, aqîbet min biryar stand. Min tevî xwe soz da ku bêdeng nebim. Min dît ku tiştek û riyek ji bilî beşdarîkirin di xebata ku PDK Îranê birê xistiye baştir tune ku em bigîjin wê armanca xwe, vêca bi saxî yan jî bi mirina min be, ne girîng e.
Lewra min di destpêka şoreşa 1379’an a gelên Îranê pêwendî bi PDK Îranê ve girt.

Piştî wan êrîşên giran ên rejîmê ku li ser gundên Gelên, Niyer ûTengîserê li devera Jawaroya Sinêhatun kirin û tirajîdî afirandin, min biryar sitand ku tevlî refên pêşmergan bibim, û ez bi fermî bûm pêşmergeyê PDK Îranê.
Ez heyamekê li Nawenda 1’a Kurdistanê mam û li wir di bûyerekê de min çavek xwe ji dest da û êdî min nekarî bi hêza pêşmerge re biçim hundirî welat.

Ez li binekyên partiyê mam û her karek bi min disipartin, min bi dilek vekirî encam dida.
Wê demê partiyê ji bo bijîva jiyana pêşmergan pez û malat xwedî dikir, daxwaz ji min kirin ku ez bibim şiwanê pez, min ew jî pejirand û min bi salan ji pêşmergan re pezdarî û şivanî kiriye.

Rojekê baranek dijwar dibarî ûez li ber pez bûm, ne nanê min mabû ne jî cigare, min pez berbi miqeran ve ajot, min dît ku kesek bi pêlawên dirêj “çekme” an di baranê de dibeze. Min gazî kir, lê bersiva min neda, hema min jî axaftinek nebaş jêre got û min gotê hoooy!!!ka cigareyekê bide min, ez westiyayî, birsî û tênî me;lê wî gavên xwe xurttir avêtin û ji min derbas bû û çû. Demek pêçû kesek bi navê “Ehmed” hat û çend cixare ji min re anîn û got ha keremke ez dizanim ku tu bê cigare mayî, min jê pirsî tu çawa di zanî? got min wa hîs kir.


Piştî heyamek zaf, rojekê Ehmed hat bal min û got ew kesê ku di roja baranê de dijûn jêre dabûn, ew “Dr. Qasimlo” bû! Û keremkir ku ez wan cigareyan jitere bînim, lê daxwaz kir ku nebêjê “Qasimlo” ew cigare jêre şandine, ji ber ku ger ez çûbam bal wî û ez nasûbam, dê şerm bikira lewma baş bû ne ez naskirim û nejî bila bizane ku ez bûme.
Mam Yûsif piştî vegerandina wê serpêhatiya xwe a bi Dr. Qasimlo re, nekarî xwe kuntrol bike û gelek rondik barandin û demekê jî bêdeng ma û piştre got: “Ew maba ez tucar pîr nedibûm”.
Cara duyem jî dengê “Mam Yûsif” hat guhertin û car din giriya û axînek kûr hilkişand û got ax “Dr. Şerefkendî!!!
Vêca ji bo “Mam Yûsif” ez jî bibêjim, ma qey felek ewqas kor û kerr e kederên li ser dilê “Mam Yûsif” jî hîs nake? Gelo çawa xebatek li ser destên tîştîşbûyî û dilên paqij ên wan xebatkaran nagîje armanca ku “Mam Yûsif” 50 sal e çavnihêr e?!

Gulê Îbrahîmî, 45 salî di temenê ciwaniya xwede bûye pêşmergeya PDK Îranê. Ew li gundê “Pirdanan” li devera “Pîranşar”ê li malbatek xebatkar ku bavê wê pêşmergeyê Komara Kurdistanê bûye ji dayîk bûye. Bi gotina wê di temenê zaroktiyê de ji ber ku gundê wan li ser riya hêzên pêşmergan bûye, ji aliyê din ve jî bavê wê xebatkarê kevnar yê PDK Îranê bûye, hertim basên şoreşa Kurdî û xebata PDK Îranê di mala wan de zindî bûye û vê yekê jî bandor li ser “Gulê” çêkiriye ku weke keçek ciwan û nûgiha pêwendî bi PDK Îranê ve bike û bi awayek nepenî hevkariya hêza pêşmerge bike.

Xuşke Gulê heya niha jî nezewiciye û hertim cil û bergên Kurdî ên pêşmergan ji xwe dike.
Ew dibêje: Mixabin di çanda me a Kurdî de bi taybetî 30- 40 salan berî niha xwendin ji keçan re qedexe bû, lewma ez nexwendewar mam, lê min paskên xwe ji hêza zanîn û hestên netewî betal nehişt. Min bi wî awayî dest bi xebata siyasî kir: Ez û çend keçên din ên gund bi hev re heval bûn û me biryar sitand ku em pêwendî bi PDK Îranê ve bigrin. Me ew têkilî çêkir û bi awayên cur bi cur me hevkariya pêşmergan dikir. Bo mînak, pirraniya caran dema ku me dizanî êrîşa hêzên rejîma îslamî a Îranê bo ser pêşmergan birê ketiye, me bi hêceta giya, pancar, bêr û pezdoşîn, û htd, bilez xwe digihand cihê pêşmergan û me ew haydar dikirin û em vedigeriyan. Piştre me akama erênî û bandora wê haydarkirinê piştî şerrek giran didît.

Gulê got: Ji bo ku min karîba pêtir xizmet bi pêşmergan bikim û erkê partiya xwe bigîjînim cih, di gund de min ji xwe re dikanek biçûk ava kir. Tiştên ku di dikana min de dihatin firotin, pirranî hewcehiyên pêşmergan bûn, lê min tucar bi pere tişt nedidan pêşmergan. Hesta min ev bû ku erkê min e ez pêşmergan xwedî bikim, çimku wan di nava dilê min de cih hebûn.

Di gundê me de paygeha dujmin hebû, û serbaz û pasdar dihatin dikana min, min tişt nedidan wan û pirraniya caran dibû hela hela û denge denga min tevî pasdar û serbazan û dilê min qirar nedida tiştên ku min ji pêşmergan re anîne, heta bi pereyekê zaf jî bifroşim pasdaran. Çimku dikana min ne dikana kasibiyê bû, berdilê min miqerek partiyê bû.

Dema ku xebata min pêtir derket holê, guman çêbû û hevalekê ji min re got: “Tu yê bihêy girtin û gerek tu çareyekê ji xwe bikî”. Dema ku min dît ew tişt rast e, ez êwarekê reviyam û çum pişta gund di nava daran de min xwe veşart, heya sibê ez hişyar mam, sibê zû turumbêlek dewletî çû ber deriyê me, vêca min zanî êdî ez nikarim vegerim malê.

Ez mam heya êwara din û dinya tarî bû û min xwe gîjand hevala xwe û min xatirê xwe jê xwast û ez birêketim bo nava pêşmergan. Wê rojê ez pirr giriyam, ez pirr xemgîn bûm, min daxwaz ji fermandeyê pêşmergan kir ku min bibin gund, fermande û çend pêşmerge tevî min hatin û em çûn gund û min malbata xwe dît û min bo yekcarî xatirê xwe ji wan xwast.
Wê demê sal 1987 bû û niha 2012’an e û ez berdewam di xebatê de me û min tucar hest bi westiyanê nekiriye.

Di wan 25 salane de heyamê 10 heya 15 salan, ez mil bi milên pêşmergan di xebata çekdarî de bûme û min di gelik şerrên giran de beşdarî kiriye. Niha jî her dema PDK Îranê biryar bide bo xebata çekdarî, ez amade me û ji tu tiştek natirsim.