Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeta komîteya PDKÎ li welatê Kanada Beşdarî li salroja damezrandina Komela Şoreşgêr a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê de kir

22:51 - 16 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Heyeta komîteya PDKÎ li welatê Kanada Beşdarî li salroja damezrandina Komela Şoreşgêrên Kurdistana Îranê kir.

Li gor nûçeya gihiştiye malpera Kurdistanmedia, roja 25.11.1394’an Heyeta komîteya PDKÎ li rojhelatê Kanada, bi serperestiya “Rehîm Bêhrûz” berpirsê komîte, beşdarî li salroja damezrandina Komela Şoreşgêrên Kurdistana Îranê kir.

Bo vê sedemê jî peyamekî pîrozbahiyê ku ji aliyê komîteya rojhelata Kanada ve hatibû amadekirin, ji aliyê “Setar Palan” ve hat pêşkeşkirin.

Di vê peyamê de, tevî bilindnirxandina xebata çendîn salî ya Komela Zehmetkêşên Kurdistanê, li ser lihevnêzîkbûnên hêzên Kurdî ên rojhelata Kurdistanê pêdagirî hate kirin.