Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilkêş - dakêşa pêwendiyên navbera Tehran – Washington (2)

20:56 - 7 Gulan 2012

Ebdulla Hicab
Ew hêviya ku bi mirina Xumeynî re ji bo alîgirên damezirandina pêwendî bi Amerîkayê re peyda bûbû bi destpêka dewra serokkomariya Refsencanî re li sala 1989 hinekê hêz girt. Refsencanî bi nêzikkbûna xwe ya pragmatîst ji bo siyaseta derve, dixwest hem deriyê pêwendiyên dîplomatîk bi ser Rojava de veke û hem bi wê riyê ve abûriya Îranê ku di encama şerê 8 saliyê bi Îraqê re têk çûbû vejîne. Lê rêberê nûye Komara Îslamî, Elî Xameneyî, ji bo nîşandana otorîteya xwe ya bê ev la û ew la bi ser hemû warên jiyan û siyaseta Komara Îslamî de meydana manovrên Refsencanî teng kir.

Lê pêşkevtinên siyasiye herêmê şansek nû dan Refsencanî. Reqîbê serhişke Îranê, Sedam Husên, bi dawî hatina şerê bi Îranê re dubare kete hizra şer û wê carê dîfa xwe kuta Kuwêtê. Havîna sala 1990 î îraqê Kuwêt dagîr kir. DYA dem u dest li hember wê bûyerê helwêst girt û bi awayek aşkere amadekariyên şerek dijwar bi Îraqê re kir. Ew helwêst dikarî derfetek zêrîn bixe destê birêveberên Komara Îslamî ji bo ku deriyê dialoga bi Amerîka re vekin. Lê eniya tundrew li Îranê, berevajî, hewl da ku bi rêjîma Sedam re bikeve têkiliyê û li hember Amerîka, bi Îraqê re bikevin dialogê. Li gor wan aliyên tundrew, Îraqek penc şikestî wê pitir bi xêra Komara Îslamî ba heya têketina hêzên Amerîka bo nava herêmê.

Di wê rewşê de her çend Îran bi awayek fermî li pêvajoya şerê Amerîka bi Îraqê re li sala 1991 bêalî ma, lê vejiyandina pêwendiyên dîplomatîke Îranê bi Îraqê re, bi dilê Amerîkayê nebû. Lewma hewlên Refsencanî ji bo damezirandina pêwendiyan bi Amerîkaye re encamên pêwîst bi dest nexist. Tundrewiyên karbidestên payebilinde rêjîmê di warê siyaseta derve de, bi taybet şiltaxî u ajaweyên Komara Îslamî li Lubnan u Filistînê, astengiyên cidî xistin ser riya pêwendiyên asayî di navbera her du aliyan de.

Sala 1993 serokatiya Amerîka kete destê partiya Demokrat. Serokkomarê nû, Bill Clinton, bi awayekê heman duktrîn di siyaseta derveye Amerîkayê de girte pêş ku Komarîxwazan bineya wê danîbûn. Rola neyêniyê Îranê di pêvajoya aştiya navbera Îsraîl u Filistînê de, pitir karbidestên Washingtonê êşand, lewma Clinton sala 1995 biryar da ku cezayên abûriye ku bi salan bû Amerîkayê danîbû ser Îranê berfirehtir bike û bi taybet pîşesaziya nefta Îranê biguwêşe. Sala 1997 Refsencanî bêy ku bikare ji nû ve pêwendiyan bi Amerîkayê re damezirîne, di demekê de kursiyê serokkomariyê bi cî hêşt ku nerazîbûna xelkê Îranê li hember rêjîmê gîhabû asta teqînê.

Heyva Gulana 1997, Muhemed Xatemî, ku ji ber wadeya reformên siyasî, abûrî û civakî piştgiriya beşeke berçav ji civaka Îranê bi dest anîbû, li ser kursiyê serokkomariya Îranê rûnişt. Xatemî di demek kin de bi eşkere sîgnal dan ku dixwaze bi “xelkê Amerîka” re bikeve dialogê. Çavdêran ev mesaj weke nîşaneya daxwaza Îranê ji bo dialoga rasterast bi Amerîkayê re şirove kirin. Lê berdewamiya siyaseta alozîxulqîne Komara Îslamî li herêmê û di asta cîhanî de, baweriya Amerîkayê bi mesaja Xatemî kêm kir. Ji ber wê hindê Amerîkayê di serî de bersivek erênî neda Xameneyî, lê heyva Adara sala 2000 wezîra derve ya demêye Amerîka Xatûn Madeleine Albright daxwaz kir ku rûpelek nû di pêwendiyên navbera Amerîka u Îranê vebe. Ji bo nîşandana niyeta xwe ya xêrê Albrightê ambargoya li ser hin warên bazirganiya bi Îranê re rakir. 6 heyvan pişt re Alberight u wezîrê derveye Îranê Kemal Xerazî, ji bo cara yekê piştî hatine ser kara Komara Îslamî, li New Yorkê bi hev hevdîtin pêk anîn.

Helwêst û kiryarên Komara Îslamî di asta herêmî û cîhanî de pir zû nîşan da ku Îran vebûna deriyên dîplomatîk bi Amerîkayê re ji bo pêşve birina siyaseta xwe ya zêdegav li Rojhilata Navîn, Amerîka Latîn, Afrîqa û komarên bislimane Sovyeta pêşîn bi kar tîne. Bi wan pêgavan re, Sipahê Pasdaran bi awayek berfireh kete bazara reşe bazirganiya çekan u rayilkeyek berfirehe bazirganiya çekan li hemû cîhanê raçand. Bi wan pêgavan re Îranê roketên dûrhavêj û teknolojiya Atomî jî bi dest xist. Ev siyaset li gor berjewendiyên Amerîkayê u hevpeymana wê ya herî nêzîk li cîhanê, Îsraîlê nebû.

11ê September a 2001 gelek pêwendiyên navneteweyî serûbin kirin. Îran dubare kete rojeva siyaseta derve ya Amerîka. Sala 2002, serokkomarê nûye Amerîka George Bushê kur, di germiya şerê bi Al-qaîde re, Îran, Îraq û Koreya Bakûr weke 3 pêpikên şerodiyê bi nav kir. Pêwendiya carna bi dizî û lerzoke her du aliyan dubare kete bin siya ewrek reş u dijberiya eşkereye navbera her du aliyan û pêvajoya dijberî û gefuguran bi cidî destpê kir.

Li hember wê rewşê Îranê jî lez da amadekariyên xwe ji bo rûbirûbûn bi Amerîkayê re. Di demek kin de piştî helwêsta Bush, Îranê bi alîkariya Rûsiyê li Bûşêhr, Netenz û Erakê wizexaneyên Atomî ava kirin û dest avête meyandina Uraniomê. Aloziya navbera her du aliyan derbasî qonaxek nû bû û kete nava hilkêş û dakêşek bê dawî. Sala 2003 Îranê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Amtomî (ANEA) re li hev kir ku deriyên wizexaneyên xwe yên Atomî veke û hemû projeyên xwe yên Atomî bixe bin çavdêriya Ajansê. Sala 2004 Ajansê perde li ser hin warên weşartiye pirojeya Atomiye Îranê hilda û bi wî awayî gumana li ser niyetpakiya Îranê xurt bû. Ji sala 2005 ve Feranse, Alman û Birîtaniya bi awayek çalak ketin dewrê û bi Amerîkayê re ji Îranê xwestin ku siyaseta xwe ya di warê meyandina Uraniomê de bighere. Rûsiya û Çîn pişt re xwe tevî wê gruppe kirin û bi Îranê re ketin dialogê.

Sala 2005 bi destpêkirina serokkomariya Mehmûd Ehmedînijad re, rewş dubare guherî. Serokkomarê nû di hêla siyaseta derve de guhertinek ciddi bi ser siyasetaa Îranê de neanî, lê bi kultûra xwe ya Besîcî, kete duruşmdan û manovrên bê bingeh û bi wê riyê ve dubare bala Amerîka u Îsraîlê kişande ser Komara Îslamî. Li heyva Îlona sala 2005, DYA ragehand ku gumana hindê heye Mehmûd Ehmedînijad heman besîciyê tundrev be ku sala 1979 di girtina Balyozxaneya Amerîka li Tehranê de dest hebû. Wêneya gencek nûgîhayî û bi rêdîn ku pir rengî Emhedînijad dida, li şaşeyên televîzyonên cîhanê derket û dubare her du alî serdevkî be jî li hev azirîn. Di heman demê de Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Amtomî eşkere kir ku Îranê gelek pirojeyên veşartî hene û bi awayek berfireh u bi dizîka zêdetir ji ya ku dibêje Uraniumê dimeyîne. Amerîkayê piştî aşkerabûna wê hewla Îranê, Komara Îslamî bi hindê tawanbar kir ku Rêkkevtina Belavnekirina Çekên Atomî NPT binpê kiriye. Sala 2006 mijara bi serdegirtina leşkerî bi ser navend û dem u dezgehên Atomiye Îranê ji aliyê Amerîka an Îrsailê ve bi germî kete rojevê.

Gulana 2006 bi destpêşxeriya Amerîka, Brîtaniya û Feranse Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî pêşniyarbiryarek ji bo dorpêçên navneteweyî ji bo sekinandina pilanên atomiye Îranê xiste rojevê. Li ser bingeha wê pêşniyarê, di dawiya heman salê de biryarek ji Konseya Ewlekariyê li dijî Îranê derket. Lê piştî demek kin Amerîkayê ragehand ku her çend dorpêçên berfireh danîne ser Îranê, lê amadeye ku bi Îranê re bikeve dialogê.

Ji wê demê ve heya niha çend biryarên din ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve li dijî Îranê derketine. Amerîka û Îsraîl carna daxuyaniyê wisan tund didin ku bîna agirê şer lê tê, carna jî wisan helwêstê digrin ku tu wê bêjî ne ba hatiye û ne jî baran bariye. Îranê ji meyandina 3% re asta aşkere ya meyandina Uranioma xwe gîhandiye 20%. Ji 3-4 reaktorên Atomî re, bingehên xwe yên ku di warê atomê de kar dikin gîhandine 7-8 an û piraniya pirojeyên xwe yên stratêjîk derbasî binê çiya û şikevtên asê u qahîm kirine û xwe gîhandiye astekê ku zehmete Amerîka u Îsraîl bi pilanek kurt û sînûrdar bikaribin pirojeyên wê yên atomî bisekinînin.

Wê berdewam be…