Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl piştevaniya Kurdan dike

14:24 - 21 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Îsraîl berdewam piştevaniya pirsa Kurd dike, û cardin jî piştevaniya xwe bo serxwebûnê ragehand.

Nûçegihaniya Royterzê di raporekê de belav kir, ku berpirsên Îsraîlî ragehandine ku Netanyaho hefteya borî bo piştevaniya ji Kurd û vêdebirina gefên li ser Herêma Kurdistanê, pêwendiya telefonî digel Mêrkil û Potîn pêk aniye.

Karbidestên Îsraîlê bas ji vê kirine ku Netanyaho serokwezîrê wî welatî , labîgeriyê bo Kurdên Îraqê dike, da ku gefa Îraqê li ser Herêma Kurdistanê nehêle.

Herwisa Netanyaho digel Fransayê li ser kêşeyên niha ên Kurdistanê axiviye.

Nûçegihaniya Royterzê bas ji vê jî kiriye ku Meîr Bin Şebat rawêjkarê ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê derheq pirsa Kurd digel karbidestên Amerîkayê pêwendî encam daye.

Berpirsekî Îsraîlê ku bi sedema hestiyariya pêwendiyên Îsraîl û Kurd navê xwe eşkere nekiriye, ragehandiye ku Îsraîlê berjewendiya ewlehiyê digel Kurdistanê heye, û Herêma Kurdistanê cihekî girîng e bo wan.

Îsraîl Kats Wezîrê Îtila`ata Îsraîlê roja Înê di gotûbêjekê de digel radyoya Telavîw ragehnad: Niha ya girîng ew e ku em nehêlin êrîşê bikin ser Kurdan û wan komkuj bikin, û zirar bigihîje herêma wan. Ku di ratsî de Tirkiye û Îran û hêzên Şî`e û hêzên din ên Îraqê û beşeke hikûmeta Îraqê dixwazin vê armancê bipêkin.

Her di vê derheqê de Ralif Abraham, Marşa Bilakbêrn, Carîd Pols û Mayk Galager çar kongirêsmenên Amerîkayî nameyek ji Tîlirson Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê re şandin, û tê de daxwaz ji navbirî kirin, ku di dema herî zû de, bi li ber dest danîna hemû riyan, rê li ber wan êrîşan bigrin, ku milîşên Şî`e bi palpiştiya Îranê dikin ser Herêma Kurdistanê.