Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji bo hişkbûna gola Urmiyê nerazîtî; rewşa Urmiyê polîsî ye

16:30 - 22 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Roja derbasbûyî bi mebesta hewldan bo pêşgirî ji hişkbûna gola Urmiyê li wî bajarî meşek merîn a nerazîtiyê birêve çû.


Li gor nûçegihaniya “Kurdpa”, piştî ku meşek nerazîtiyê a berfireh li bajarê Urmiyê li hember xemsariya rejîmnê ji hişkbûna gola Urmiyê birêve çû, bajarê han rewşek ewlehiyê bi ser de zal bûye û hejmarek xelkê nerazî jî hatine destbiserkirin û bo pasgeha 9’a Pîle” hatine veguheztin. “Kurdpa” li zarê nûçegihanê xwe li Urmiyê ve ragihandiye îro Sêşemî destbiserkiriyên wê xwenîşandanê bo îdareya Îtilaata bajarê Urmiyê dihên veguheztin.
Herweha pêla nerazîtiyê bajarê Tewrêzê jî girtiye û xwenîşanderên wî bajarî berbi rûyê hzên dijî şoreş ên rejîmê bûne ve û bi mifahsitandin ji gaza rondikrêj û gulleyên rengî xwenîşander hatine destnîşankirin.

Her di vê pêwendiyê de hejmarek kasibkar û dikandarên ku pêştir hatibûn hişyarkirin, bo îdareya Îtilaatê hatine gazîkirin.

Gola Urmiyê berbi hişkbûnê diçe û berpirsên rejîma Îranê jî li hember wê karesata ku bi yara jîngehnasan mezintirîn karesata jîngehîn a îro di cîhanê de ye, xemsar in û sala derbasbûyî jî bi sozên derewîn û biryarên bênaverok xelkê nerazî li Urmiyê hêmin kirin, lê tu kiryarek ji bo çareseriya hişkbûna wê golê nehat encam dayîn.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê