Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nivîskar û hunermendên Firansewî daxwaza azadkirina “Tûmac Salihî” kirin

10:59 - 2 Gulan 2024

Nêzî 200 kes ji nivîskar û Hunermendên Firansewî daxwaz ji Serkomarê Firansê kirin ku bi lezgînî bo azadkirina “Tûmac Salihî” ji girtîgeha rêjîmê hewlê bide.

Li Firansê de nêzî 200 kes ji hunermendan, nivîskaran, çalakvanên mafê mirovî, mûzîkjenan, derhêner û Ekterên Sîûnemayê ên wek “Êlîzabêt Bedînter, Daniyêl Kohn Bêndît, Gulşîfte Ferahanî û Mercan Satrapî û çendîn kesên din” bi nivîsandin û belavkirina vê nivîsê li rojnameya “Lomond” de daxwaz ji “Emanoêl Makron” ê Serkomarê Firansê kirin ku bo azadkirina Tûmac Salihî û girtiyên din ên siyasî ji girtîgehên rêjîma Îranê bi lezgînî hemû hewla xwe bide.

Li vê nivîsê de hatiye ku “Tûmac Salihî” yê repêr û stanbêj, bi tenê bi hêceta piştevanîkirina wî li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê, ji aliyê dadgeha înqilaba rêjîmê li bajarê Îsfehanê ve cezaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Herwisa li vê nivîsê de daxwaz ji Serkomarê Firansê kirine ku li hember rêjîma Îranê biryarên tund û micid li dijî qurixkariyên rêjîma Îranê bidin û bi hemû rêyên siyasî daxwaza hilveşîna cezaya bidarvekin a “Tûmac Salihî û girtiyên din ên siyasî li Îranê de bikin.