Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kengî rejîm vedigere Rojavayê Kurdistanê? Dr. Azad Ehmed Elî

16:10 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2014

Dr. Azad Ehmed Elî

Di van çend rojên dawîn de, di nav bablîsoka ku “DAÎŞ”ê bajarê Mûsilê dagîrkirî de, li Sûriye hêzên rejîmê çend destkeftên giring bicihanîn. Wek vegerandina bajarokê Keseb û derxistina wê ji bin destê çekdarên opozisyonê (bi taybet yên Cebhet el-Nusra). Bajarokê Keseb giringiya wê ji çi tê? Ew li bakurê parêzgeha Laziqiyê ye, li başûrî sînorê parêzgeha Hatayê ye, nêzîkî Deryaya Sipî ye û tena dergehê fermî ye ku di navbera Sûrî û Tirkiyê de di destê rejîmê de maye. Beriya bajarokê Keseb, herwiha tevahiya bajarê Humsê rejîmê kontrol kiribû. Diyar e ku hêzên rejîmê roj ligel rojê pêşdikevin, gellek deverên Sûriye vedigerînin bin desthilata xwe û kontrol dikin, bi taybetî bajarên serekî û derbendên stratejîk.

Pirsyara ku îro her Kurdek ji xwe dipirse eve: Gelo kengî rejîm wê vegere deverên Rojavayê Kurdistanê, da ku careke din bindest bike? Rastiya dûrketina rejîmê ji Rojavayê Kurdistanê çiqas bû û heta kengî wê bimîne? Çima xwînê li deverên Sûriye yên din ji bo vegerandina desthilata xwe dirijîne, çima wî karî li deverên kurdî dubare nake?!

Di destpêkê de, rejîmê xwe ji deverên Rojavayê Kurdistanê bi temamî venekişand, tenê nikaribû li deverên Efrîn û Kobanê bimîne, ev dever vala kirin û bi rengekî nîvfermî, û nîvdokûmentkirî spartin YPGê, lê bajarê Qamişlo û Hisiça ji destpêkê ve neberdaye, gellek leşker bi hemû çek û topan ve li başûrê Qamişloyê û rojhilatê Hisiçayê hiştine. Hêzên YPGê gellek dever û dezgehên fermî bindest kirin û ji xwe re bikaranîn û piştî şerê li dijî DAIŞê û tundrewên din, YPGê ne tenê deverên kurdî parastin, lê belê li hin aliyan deverên kurdî berfireh kirin, rengek ji rengên rêvebiriya cihkî hat damezrandin. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweserî û damezrandina hersê kantonan (Efrîn, Kobanî,Cizîrê) rewşa deverên kurdî ket bin ronahiya lêkolînan û bû mijara nûçeyên medyaya cihanî, gellek raporên erênî û neyînî li derdora ezmûna Rêveberiya Xweserî hatin belavkirin. Di dawiyê de em Kurd bixwe jî neman yek deng û yek nerîn li hember van çalakiyan û nirxandina ezmûna rêvebiriyê gihişte asta nakokiyan û pevçûnan.
Piştî salekê ji jiyana li derveyî welêt, destpêka heyva şeşan ez vegeriyam, di dergehê Dirbêsiyê re derbasî Rojava bûm. Dirbêsî bajarekî vale, çilmisî, bi toz û gemar xuya dikir. Mixabin Qamişlo û Hisiça jê ne baştir bûn.

Gava mirov li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê bipeyive, wê gellekî baş be ku tişt û bûyerên derbasbûyî ji bîr bike, tenê li rewşa siyasî û aborî- civakî ya îro binêre. Belkî mirov nikare geşbîn be, lê gellekî pêwîst e mirov çend têbîniyan binivîse, xwe amade bike ji siberojê re:

1-Di destpêkê de tevgera kurdî diyalog bi rejîmê re nekir, ti rengê dan û standinê jî nekir, herwiha ne amade bû ji bo çalakiyeke diplomasî ya dûvdirêj, da ku di rêza yekê de daxwaziya çareserkirina kêşeya kurdî li Sûriyê bike.
2-Tenê beşekî ji tevgera kurdî têkiliyên nehênî, li pişt perdeyê, bi rejîma sûrî re bikaranîn. Rejîmê jî gava Kurd belavbûyî dît, ew dizîn û îtiraf bi rêvebiriyê nekir, ti maf bi fermî û li ser bingeheke yasayî nedan Kurdan.
3-Piştî derbasbûna nêzîkî salekê ji ragihandina kantonan, roj bi roj karê wê tê çilmisandin û vedikişe, heta erkê kantonan bi giştî maye tenê parastin û kontrolkirina deverên Rojavayê Kurdistanê û qedexekirina çalakiyên siyasî yên Kurdan.
4-Ji ber ku rejîma sûrî hîn dezgehên fermî li Kurdistana Rojavayê ji navendên parêzgehên Hisiça û Helebê bi tena xwe rêvedibe û mûçeyên kaker û fermanberan ji cem xwe dide, sîstemên perwerde û dadgehan yên wê ne. Mirov li ber çavan dibîne ku karê Rêveberiya Xweserî tenê maye ewlekarî û parastin.

5-Min ji rêveberiya kantona Cizîrê xwest ku ew civata bajarvaniya Amûdê bikin ya rêveberiyê, ji ber ku Amûd paytext e, lê mixabin nikaribûn. Heta ku îro li bajarê Amûdê du civatên şarevaniyê hene, yek ya fermî ya rejîmê ye, ya din jî ya kantona Cizîrê ye!

Gava mirov vê rewşa li ser zeviyê dibîne, di demekê de ku hêzên rejîmê li gellek deveran bi çek û şer pêşdikevin, siberojeke tijî tirs li hember Rêveberiya Xweserî diyar dibe. Ev rewşa tirsnak ji çi tê? Eger hat û bi vî rengî rejîm biserket, wê bixwaze wî erkê parastina deverên kurdî ji destê hêzên YPG’ê bigire, yan na? Eger hat û rejîm vegeriya, ev sîstema ewlekariyê wê di destê kê de be? Wê kengî ev guhertin pêk bên?

Belkî ev pirs zû be, lê zû dereng ev bûyer li ber deriyê mala me Kurdan e, bersiva vê pirsê divê zû be, digel ku beriya bersivdanê rastiyek heye ku rewşa xelkên me li kantonan ber bi wêranî û bêkariyê diçe.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.