Kurdistanmedia: Heyeteke Deftera Siyasî a Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê di serdanekê de, bo Deftera Siyasî a PDKÎ, derheq koça dawiyê ya endamê pêşîn ê rêberatiya PDKÎ sersaxî gote PDKÎ.
Roja Duşemiyê 9’ê Gulanê Heyeteke Deftera Siyasî a Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bi serperestiya Enwer Mihemedî endamê Deftera Siyasî a Komelê, serdana Deftera Siyasî a PDKÎ kir, û ji aliyê heyeteke PDKÎ ve bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî hate pêşwazîkirin.
Di vê serdanê de, rêzdar Enwer Mihemedî, bi nûneratiya rêberatiya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê derheq koça dawiyê ya Seyîd Riza Dirûdger sersaxî gote PDKÎ û malbata navbirî, û xwe bi şirîk û hevparê xem û kovana jidestdana Kak Seyîdriza da zanîn.
Di vê hevdîtinê de, Mihemednezîf Qadirî tevî eşkerekirina spas û pêzanîna xwe di hemberî heyeta Komelê de ragehand ku PDKÎ û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê du partiyên hevalbend di xweşî û nexwşiyên hevdu de beşdar in.
Di doma vê serdanê de herdu aliyan serdana malbata Seyîdriza kirin, û sersaxî gotne hevjîn, zarok û xizm û kes û karên navbir.