Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ daxuyaniyek weşand

20:58 - 31 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ derheq meşên nerazîbûnê ên Îranê daxuyaniyek belav kir, û çend daxwaz ji xelkê kirin.

Deqa daxuyaniyê:

Daxuyaniya Komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ derheq meşên nerazîbûnê di Îranê de

Xelkê şoreşger û mafxwaz ên Kurdistanê!


Herwekî ku hûn agehdar in di heyama çend rojên borî de, di beşek ji bajarên Îranê û Kurdistanê de, xelkê bêzarbûyî ên van navçeyan, wekî eşkerekirina nerazîbûna xwe li hemberî giranî û rewşa xirab ya aborî û gendeliya siyasî, îdarî û malî ya demûdezgehên rejîma Komara ÎSlamî û berpirsên wê, gellek cesûrane hatine ser şeqaman, û bi diruşmên mafxwazane ên xwe, tewawiyeta rejîma axûndî kirin armanc.

Meşvanan, ku hemû tex û çînek tê de ye, diruşma rûxana rejîmê hilgirtine, û di nava van diruşman de, xelkê nerazîbûna xwe derheq giranî, kêmdahatî û hejariyê eşkere kirine, û siyaseta destêwerdan û hederdana serwet û samana giştî ya welat, û alîkariya girûpên terorîstî ji aliyê rejîma Îranê ve mehkûm kirin.

Mixabin bi sedema serkuta bêrehmane ya hêzên serkutkar ên rejîmê, çend kesek hatin şehîdkirin, û bi dehan kesî jî birîndar bûne, û bi sedan kes jî hatine destbiserkirin.

Komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ di vê derheqê de daxwazê ji hemû tex û çînên xelkê şoreşger ên Kurdistana Îranê dike, ku dengê xwe bixin rex dengê nerazîbûna xelkê navçeyên din ên Îranê, û li egera berdewambûn yan egera rûdana hereketên nerazîbûnê yên bi vî rengî, piştgiriyê jê bikin.

Tevî daxwazên xwe bo piştevaniya ji hereket û meşên xelkê Îranê li dijî rejîma Îranê, em daxwaz jî dikin ku ew çend xalên jêr berçav bêne girtin.

Yekem: Bona vê ku naveroka daxwazî û rêreva meşên xelkê, nehê guherîn ber bi aliyekî din, ji her cure hereketên bêserûber xwe dûr bigrin, û di vê derheqê de hişyar bin, û talankirin û êrîşa hêzên rejîmê li ser îdare û demûdezgeh û cihên giştî eşkere bikin.

Duyem: Ji her cure tundûtîjiyekê ku hêcetê bide rejîmê bona serkutkirina meşvanan, û xelkê bi giştî, xwe dûr ragirin, helbet hekî berevajiyê vê yekê rû bide, û hûn bergiriyê ji xwe bikin, ew yek cuda ye.

Sêyem: Em daxwazê ji hêzên çekdar ên rejîma Îranê û bi taybetî çekdarên rejîmê li Kurdistanê dikin, ku beşdariyê di serkutkirina xelkê de nekin. Hevdem em bi bîr jî tînin ku hekî beşdariyê di serkuta xelkê de bikin, di pêşerojê de bixwe berpirsyar in.

PDKÎ
Komîsyona Teşkîlat