Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konferansek bi armanca bilindragirtina 70.emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê di Parîsê de bi rê ve çû

20:14 - 13 Kanûna pêşîn 2016

Kurdistanmedia: Enstîtuya Kurd li Parîsê bi birêvebirina konferansekê, 70.emîn salvegera Komara Kurdistanê bi bîr anî.

Li gora rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia roja 10’ê Desamberê, konferansek bi hewla Enstîtuya Kurd li Parîsê, bona bibîranîna 70.emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê di sala 1946’an di Mehabadê de bi rê ve çû.

Ew konferans di du panelan di avahiya şaredariya navçeya deh ya Parîsê û di talara sereke ya wê de bi rê ve çû, ku serperestiya wê panelê, Dr. Kendal Nezan serokê Enstîtuya Kurd li Parîsê dikir, û ji wan beşan pêk hatibû:

1-Gotarek ji aliyê Kendal Nezan, derbarê girîngiya deskevtên Komara Kurdistanê, û bandora wê li ser hizr û mêjiyê neteweya Kurd bi giştî.

2-Peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Elî Dolemerî nûnerê vê hikûmetê yê Fransayê ve, hate xwendin.

3-Nîşandayîna fîlmeke bibelge derbarê rêûresma ragehandina Komara Kurdistanê, ku ji aliyê Îsma’îl Mamlê ve hatibû amadekirin

4-Du kes ji şahidên zindî ên dewreya Komara Kurdistanê, bas ji wê serdemê kirin ku yek ji wan, Eşret E’ilem bû, ku wê demê 9 salî bû,û Celîl Gadanî ku wê demê 12 salî bûye.

Di panela duyem de jî Dr. Hemîd Bozerselan, mamostayê zanîngehê li Parîsê de, serokatiya panelê kir.

Di vê beşê de Yan Rîşard mamostayê zanîngeha Sorbonê axavtinek kir, û bas ji hatina hêzên biyanî bo nav xaka Îranê, û lawaziya hikûmeta nawendî ya Îranê û pêkhatina Komara Kurdistanê û dewleta Millî ya Azerbaycanê kir.

2- Hesen şerefî cihgrê sekreterê giştî ê PDKÎ jî bas ji çawaniya avakirina PDKÎ, wekî avakerê Komara Kurdistanê, û deskevtên Komara Kurdistanê û taybetmendiyên Komaraa Kurdistanê û doma xebata PDKÎ bona gihîştina bi armancên Komara Kurdistanê, û rewşa PDKÎ û xebata wê ya niha li dijî rejîma Îranê kir.

Deqa axavtina Hesen Şerefî bi zimanê Fransî hatibû wergerandin, û di nava amadebûpyiyan de hatibû belavkirin. Beşa dawiya konferansê jî hatibû danîn bo pirsyarêbeşdaran, ku ji aliyê Hesen Şerefî û Hemîd Bozerselan û Kendal Nezan ve bersiva pirsên wan hate dayîn.