Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konseya Ewlekariya NY biryara Agirbir li Sûriyê pejirand

19:33 - 27 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Îro Şemî 08.12.1394’an agirbir di navbera hêzên dewleta Sûriyê û dijberên wê de dest pê kir.

Lo gor nûçeyan, çavdêrê mafên mirovan li Sûriyê ragehand ku nîve şeva Înê piraniya şerûpevçûnên di navbera hikûmeta Sûriyê û opozîsyonên wî welatî hatin ragirtin.

Ramî Ebdulrehman, berpirsê çavdêrê mafên mirovan li Sûriyê got: “Piştî çend sal alozî li derdora Demişq û gundên derdora wê, îşev aramî bi xwe ve dît, û tu şerûpevçûn tunebû”.

Wî herwisa got li bendera Laziqye jî aramî hebû, û tu çalakî ên balafirên şerker ên Rûsiyê nedihat dîtin.

Îstîfan Dî Mîstora, nûnerê taybetî yê rêkxistina NY li Sûriyê, hêvî xwast ku tevî vê agirbirê, gereke din a gotûbêjên aşitiyê heftiyek din dest pê bike.

Ev agirbira ku hatiye ragirtin, bo du girûpên Îslamî weke DAÎŞ û Cibhet El-nusra nîne, û hikûmeta Sûriyê û Rûsiyê ragehandine ku dê tevî wan du girûpan şer bikin.

Her di vî warî de, roja Înê Şêvra Ewlehiya Rêkxistina NY, daxwaz ji hemû aliyan kir ku pêdagirê vê agirbirê bibin.

Ji sala 2011’an şûnda ku alozî li Sûriyê çêbûye, heya niha herî kêm 300 hezar kes hatine kuştin, û herî zêde 8 mîlyon kes jî aware bûne.