Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Leyîza bi teqteqokan, hêceta hikûmeta wehşetê

23:30 - 21 Hezîran 2017

Kerîm Perwîzî

Di doma êrîş û bûyerên roja 17’ê Cozerdanê ku li ser bingeha daxuyaniyên Saziyên Îtila’atî ên Îranê 17 kuştî û nêzî pêncî birîndaran li pey xwe anîn, ya ku li ber çavên xelkê cîhanê eşkere bû, û piştre xelkê cîhanê şahidê rûçikê rasteqîne ê rejîma Îslamiya Îranê bûn, pêk tên ji:
-Bi salan e ku rejîma Îranê çavkaniya sereke ya tevdanîkariyan û şer û fitnê û piştevanê bê gotin ê terorîzma navneteweyî ye, û bi awayekî veşartî digel girûpên terorîstî ên selefî ên cîhadî pêwendî heye. Cihê heyrîmanê ye, ku ew rejîma ku li ser bingeha hizra Wilayeta Feqîhî hatiye avakirin, digel girûpên tundrew ên selefî ê cîhadî pêwendiya wan bi hev re hebe, ew girûpên ku xwe û hebûna xwe li dijberîkirina hizrên wekî hizrên Komara Îslamya Îranê de dibînin.!!

Lê di dema vê bûyerê de derket ku ew terorîzma xwedîkirî ji aliyê rejîma Îranê ve rojekê ji rojan, wê pêsîra wan bi xwe jî bigre û yek ji heman hevalbendan di nava dilê paytext û di nava hewşa meclisê de û li nêzî gora avakerê wê de, serî radike û pê vedide.

Şer û pevçûn di navbera terorîzma Komara Îslamiya Îranê û Spaha Pasdaran digel selefiyên cehadî û DAÎŞê nîşana rewabûna yek ji aliyan nîne, belkû nîşana dijberiya demkî ya berjewendiyan e, û renge wan bi awayekî li hev kirine, û dibin hevalbendê hevdu.

-Spaha Pasdaran û Saziyên Îtila’atî û serkutkar ên rejîma Îranê bi awayekî berfireh piropagende dikirin ku gotina ewlehiya “Herem”an di Îraq û Sûriyê de ketiye metirsiyê de, û ew dibe biparêzin! wan wisa nîşan dida ku di Rojhilata Navîn a pirr ji şer û aloziyan de, ewlehiya Îranê û navçeyên Şî’e akincî ên Rojhilata Navîn tenê ew in ku dabîn dikin. Lê ew rastiya diveşartin ku wan pêwendiyên veşartî hebûne digel Elqaîde, Taliban, DAÎŞ û …hwd û ji van girûpan bi vê şert û mercê piştgirî dikir ku di Îranê û herêmên ku rejîm hez nake de, tu operasiyonekê encam nedin!.

Di rûdaweke wekî êrîşa li ser meclisa rejîmê û qebra Xomênî eşkere bû ku sazî û navendên serkutkar ên rejîmê tenê ji bo serkutkirina xelkê asayî û wêblagnûsan û xwendekaran û jinên bêhicab jîr in, û ew ewlehiya rizî û vala ku ew îdia dikin bi çirûskekê diçe ber ba, bi awayekî ku tenê pênc kesên çekdar ên DAÎŞî karîn paytext û raserî Îranê aloz bikin, û rejîmê neçar bikin ku rewşa awarte di Îranê de ragehînin.

-Xamineyî ji tirsa vê girûpa biçûk ya çekdar reng jê nemabû, û nedizanî ku çi bêje, herçend ku ew bûyer şibihande leyîza bi teqteqokan! Lê fermana amadebûnê dabû tewahiya hêzên xwe, û biryara “ateş bi ixtiyar” wate (deshilata tam ya her cure êrîşekê) dabû dardestên xwe.

Lê ji hemiyê girîngtir siyaseta qirêj ya wan di Kurdistanê de ye ku dixwaze bi hêceta bûyerên van daviyane, Kurdistan û Kurd û tevgera mafxwazane ya vê neteweyê wekî terorîst bide naskirin, û wisa nîşan bide ku Kurdistan navend û pêgeha terorîzmê ye. Eva di demekê de ye ku girûpên tundrê ên Îslamî di Kurdistanê de bi agehdarî û çavdêriya dezgehên Îtila’atî ên rejîmê berfirehtir bûne, û heta ji aliyê dezgehên rejîmê ve rewşa taybet ji bo geşekirina wan hatiye amadekirin, da ku bikarin ciwanên Kurd ji rê derxînin, û wan bi armanca encamdayîna operasiyonên xweteqandinê bişînin Efxanistan û Îraq û Sûriyê û ...hwd.

Rejîma Îslamiya Îranê bi vî karê xwe çendîn armanc dişopandin û ji aliyekî ve bal û dêna ciwanên Kurd ji pirsên neteweyî dûr dixistin, û ji aliyekî din ve bi bihêzkirina girûpên tundrê ên Îslamî, pêşiya hizrên neteweyî-demokratîk di civakê de digirt, û ji aliyekî din ve şevat û sotemeniya mirovî ya hewce bo têkdanê û bombedanînê di welatên din de cîbicî dikir. Lê niha ku bera agir ketiye rejîmê bixwe, êdî nikare Kurdistanê tohmetbar bike.

Tevgera neteweyî-demokratîk a Kurdistanê li ser bingeha hizrî ya xwe li dijî îdeolojiya Wilayeta Feqîh û li dijî hizrên tundrevî ya selefî a cîhadî wekî Elqaîde û DAÎŞ’ê ye, û Wilayeta Feqîh û DAÎŞ wekî du rûyên sike (perê hesin) bi bingehên fikrî ên dijî mirovî pênase dike.

Dîroka Komara Îslamî nîşan daye ku di tewahiya bûyeran de, siyasetên biyom û şeytanî girtine pêşiya xwe, û ji gotara cîhanî û herêmî ya dijî terorîzmê bona serkuta xwepêşanderan û azadîxwazan mifaha şaş werdigrin.

Rejîma Îranê di salên borî de, gellek tohmet û boxtan li tevgera azadîxwazane ya Kurdistanê kirine, ji girêdayînîşandana wan bi bîhaniyan û dardestê Împeryalîzmê, û ajanê sehyonîzmê û…hwd ve bigre heya ku digihîje piştevaniya Erebistanê û Îsraîlê ji Rasan a Kurdistana Îranê û liv û tevgerên van dawiyane ên pêşmergeyan.

Lê tevgera rewa ya Kurdser bi wan aliyan nebûye, û dîrok bi rohnî şahidiyê dide, ku tevgera Kurdistanê tevgereke tewaw rewa û mirovî bûye û niha jî her wisa ye, û eva Komara Îslamî ye ku çavkanî û piştevanê terorîzma navneteweyî ye, û di vê navberê de Kurd û PDKÎ di eniya herî pêş ya xebata ji bo bidestveanîna azadiyê û dijberiya digel terorîzmê de ye, û wê demê ku PDKÎ û rêberên wê, teror û çalakiyên terorîstî şermezar dikirin, Komara Îslamiya Îranê di Ewropa û Lubnan û piştre jî di Îraqê û Sûriyê de kiryarên xwe ên terorîstî berdewam dikirin.

Ya ku di dawiya vê mijarê de dibe qala wê bihê kirin, ew e ku hewlên Komara Îslamî bona veşartina karnameya xwe ya terorîstî û navxirabkirina Kurdistanê û tevgera neteweyî -demokratîk a Kurd hewlek e bêçine ye, ku tu berjewendiya wê ji bo rejîmê nine, jiber ku wisa ketiye nava aloziyan û qofya di herêmê de, ku bi gefan û bi zextê, û bi dana navnîşanên biderev êdî nikare xwe ji xendiqîna di nava qofiya ku bixwe ava kiriye de, rizgar bike.

Tevgera rewa ya Kurdistanê û azadîxwazên Kurd tu hewcehiya wê bi xwe xulas û rizgarkirina ji dest tohmtên rejîma Îranê nînin, belkû ew tevgera bi karnameya xwe û bi dîroka xwe ya pak û mirovî li ber çavê xelkê cîhanê wekî tevgereke azadîxwaz û mafxwaz hatine naskirin, û eva Komara Îslamî ye ku wekî çavkaniya terorîzmê di herêmê de tê nasîn.

Tevgera Kurd herwisa neketiye pêgeha tohmetbar de, ku Komara Îslamiya Îranê dadwerê wê dadgehê be, belkû tevgera Kurdistanê ji bo mafê xwe yê rewa dixebite, û rejîma wilayeta Feqîh bona domandina hebûna xwe hevalbendê DAÎŞ’ê ye, û marê duserî ê terorîzmê di navçeyê de tohmetbarê serekî ye. Di rastî de şerê li dijî terorîzmê tenê wê demê digihîje serkevtinê ku hem Komara Îslamiya Îranê û hem jî tevgera selefî cîhadî-ku wekî evîndar û evîn (aşiq û me’işûq) a hev in-bêne serkutkirin, û her du bi hev re ji nav herin.