Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mensûr Arwend, girtiyê siyasî ê kurd hat îdamkirin

14:29 - 16 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Li gor raporên belavbûyî ji ragihandinên mafên mirovî, girtiyê siyasî ê kurd “Mensûr Arwend” hatiye daliqandin.

Li gorî nûçeyên gihîştî, sibêdeya roja yekşemî 14’ê Hezîrana 2015’an, hukmê îdama Mensûr Arwend, girtiyê siyasî ê kurd li girtîgeha Miyanduavê de hatiye cîbecî kirin.

Belavbûna nûçeya îdama Mensûr Arwend ji aliyê ragihandinên mafên mirovî li halekê de ye ku ew girtiyê siyasî ê kurd, roja pêncşemî 7’ê Gulana 2015’an ji aliyê meimûrên îdareya Îtilaatê ve ji girtîgeha Mehabadê ve bo girtîgeha Miyanduavê hatibû veguhastin.

Tê gotin ku piştî pêwendiya berpirsên girtîgeha Miyanduavê bi malbata Mensûr Arwend re û daxwaza serîlêdana wan ji girtîgehê, nûçeya birêvebirina hukmê îdama xortê wan ji wan re hatiye ragihandin.

Eve jî di halekê d eye ku hêj termê wî girtiyê siyasî ê kurd, radestî malbata wî nehatiye kirin.
Îdama wî girtiyê siyasî ê kurd li halekê de ye ku li 29’ê Çiriya Paşîn a 2014’an de û piştî veguhastina wî ji girtîgeha nawendî ya Urmiyê ve bo Mehabadê, bi awayê devkî jêre hatibû ragihandin ku hukmê îdama wî ji aliyê Dîwana Bilind ya Welat ve bi hepsa hertimî hatiye kêm kirin.

Mensûr Arwend li Hezîrana sala 2011’an li mala xwe di Mehabadê de hate girtin û ji aliyê çiqa yekem a dadgeha Şoreşa bajarê Mehabadê ve bi tometa “Muharibe” ji riya hevkarî bi partiyek kurd a opozîsyona rejîma Îranê, cezayê îdamê bi ser de hate sepandin.

Di destpêka meha Şibata 2015’an de, “Saman Nesîm” girtiyê siyasî ê kurd jî tevî 5 girtiyên din ên siyasî yên kurd (Yûnis Aqayan, Hebîbula Efşarî, Elî Efşarî, Sîrwan Nijawî, Îbrahîm Şapûrî) ku cezayê îdamê bi ser wan de hatibû sepandin, piştî veguhastina wan bi bendên takekesî ên girtîgeha Urmiyê, nûçe û gotegotên zaf li dor birêveçûna hukmê îdama wan jî tên bihîstin û belavkirin.