Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nameya piştîvaniya mamostayên zanîngeha Tehranê li siyaseta PDK Îranê û rêkirina nameyekê bo wezaretên Îranê

17:05 - 11 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Hejmarek ji mamostayên qutabxanan û zanîngehên bajarê Tehranê nameyekî piştîvanîkirin li siyasetên Partiye Demokrat a Kurdistana Îranê bilvkirine û hevdem nusxeyek ji vî namê û komek tirakên teblîxî bo çendîn wezaretxanên rejîma Îranê rêkirine.



Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, ev mamostayên han şeva duşemî 10\'ê Hezîran a 2013\'an, nusxeyek ji nama piştîvanîkirina wan li Partiye Demokrat a Kurdistana Îranê û CD yên li axavtina Dr. Qasimlo û komek tirakên teblîxatî bo wezaretên Berevanî, wezareta kerubarê dereveî welat, wezareta ferhenf û îrşad, wezareta dadgusterî, wezareta perwerde û hînkirinê û deftera serkomariyê û meclisa şevraya Îslamî rêkirine.
Deqa nameya hejmarek ji mamostayên qutabxanan û zanîngehan û alîgirên PDK Îranê:
Bi navê serbixweyî û serbestî

Silav li xabagirên PDK Îranê û şehîdan û riha şehîd Dr. Qasimlo

Em hejmarek li mamosta û ferhangiyên bajarê Tehranê serbarî derbirîna haziriya xwe bo her awayekî piştîvaniyak ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û sekreterê giştî yê PDK Îranê rêzdar Mistefa Hicrî, radigehînin ku bi nîşana piştîvanîkirin li siyaseta wan, roja 10’ê Hezîran a 2013\'an, hejmarek ji tirakên baykotkirina hilbijartinan û deruşma bijî Şehîd Dr. Qasimlo û Yobîla PDK Îranê û nameyek bo wezaretên Berevanî, wezareta kerubarê dereveyî welat, wezareta ferhenf û îrşad, wezareta dadgusterî, wezareta perwerde î hînkirinê û deftea serkomariyê û meclisa şevraya Îslamî li rêya postê ve rêkirine.
Hevceyê gotinê ye di paşeroj de xwazyarê vênene ku me li rêza xebatkaran wergirîn û li xebata xwe de me başdarî bikin, çunku dîroka gelê Kurd di tewawî dunyayê de deng daye û siyaseta dirust û osûlî ya PDKÎ bo hemû aliyekê zor bi rûnî derkevtiye û eşkereye.
Hêviya serkevtina Îranekî azad, bêhebûna melayan

Hejmarek li mamostayên qutabxanan û zanîgehên bajarê Tehranê