Kurdistanmedia: Ji bo cara pênçemîn “Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê”, di binkeya serekî a PDKÎ a Koyê de civiya.
Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî 15`ê Xakelêweiya 1397`an, (04.04.2018`an), “Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê”, bi beşdariya pênç aliyên vê navendê, pêncemîn civîna xwe di binkeya serekî a PDKÎ ya di bajarê Koyê de lidar xist.
Di destpêka civînê de, deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurdistanê dest pê kir, û piştre “Mihemednezîf Qadirî” endamê Desteya Kargêrî a PDKÎ û berpirsê devreyî yê “Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê” rapora meha yekê ya Navenda Hevkariyê pêşkêşî amadebûyan kir, û piştre jî destûra karê civînê biryar li ser hate dan.
Di vê civînê de her yek ji aliyan tevî destxweşiya derheq birêvçûna bernameyan di heyama derbazbûyî de, derheqê kar û têkoşîna meha derbazbûyî a “Navenda Hevkariyê, nirxandin, û bîr û çûnên xwe bas kirin.
Piştreli ser logoya pêşniyarkirî ya taybet bi Navenda Hevkariyê behs hate kirin, û nêrînên hewce yên di vê derbarê de hatine bas kirin.
Beşeke din a vê civînê taybet bû bi çavaniya berbirûbûna digel kiryarên terorîstî yên komara Îslamî a Îranê di Herêma Kurdistanê de, û herwisa riyên pûçkirin û berxwedaniya li hemberî pîlanên wê rejîmê yên li dijî hêzên siyasî yên Kurdistana Rojhilat de, û her di vê derheqê de aliyên endam di Navendê de, ji bo cîbicîkirina hejmarek ji rê û çareyan hatin wezîfedarkirin.
Her di vê civînê de hindek bas û babetên pêwendîdar ji bo bihêzkirina karên Navenda Hevkariyê û herwisa vegeşandina kar û berdewambûna riha yekgirtin û yekdengiyê pêdagirî hate kirin.
Ev civîna piştî cîbicîkirina wan wezîfeyên ku di destûra karê xwe de danîbûn, di rewşeke dostane û hevaletiyê de dawî pê hat.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê
15`ê Xakelêweiya 1397`an
4`ê Nîsana 2018`an
Pêkhatî ji :
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Komela Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê
Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê
Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê