Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nawenda serkomariya Fransayê bersiva peyama hevderdiyê a Mistefa Hicrî da

22:05 - 13 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Serokê kabîneya serkomariya Fransayê, di nameya xwe de bersiva peyama hevderdiya Mistefa Hicrî, sekreterê giştî ê PDKÎ derheq kiryara terorîstî ya bajarê “Nîs”ê da.

Deqa vê nameyê bi vî rengî ye :

Rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ

Rêzdar cenabê sekreter!


Peyama hevderdî û piştevaniya we derheq êrîşa terajîk ya ku hate encamdayîn, di roja cejna neteweyî ya Fransayê li bajarê « Nîs » de, cihê balkêşana serkomar bû, lewra wî ez erkdar kirim, ku ez ji aliyê wî ve, spasiya we bikim. Di hemberî van tundûtîjiyan de, berî her tiştî em bîr ji goriyên vê cinayetê, pêkhatî ji Fransiyan û biyaniyan û herwisa malbatên wan dikin, û welatê me hemû tazîdar e. cardin yekîtiya neteweyî ya welatê me, û herwisa nirx û buhayên wênekirî ên wê, ku pêk tên ji nirx û buhayên bilind ên mafê mirovan, û azadî, ketin ber êrîşê. Cardin em li dewra van buhayan, bi awayê bazineyî kom dibin, û tu tiştek me ji şerê li dijî terorîzmê paşve navekişîne.

Ew xebat wê dirêjheyam be, lê bi emegdarbûn bi armancên hevbeş û yekîtiya me, emê bikarin di hemberî vê binajoxwazî û fanatîkan de bihêztir bin.

Fransa cardin li bajarê « Sênt Êtîn Dururê » kete ber êrîşa terorîzmê, lê di rewşeke wisa de, peyama hevderdî û piştgiriya we, û kesên din jî, ku digihîjin destên me, hem piştevanî û alîkareke pirr buha ye, û hem jî dibe sedema bihêzbûn, û pêdagirtirbûna me.

Cenabê sekreter, ez daxwazê ji we dikim, ku spasiya taybetî ya min qebûl bikin.

Îzabêl Sîma

Serokê kabîneya serkomariyê

Parîs

02.08.2016