Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netanyahu: Emê bi hemû hêza xwe li hemberî rejîma Îranê de bisekinin

21:34 - 30 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Serokwezîrê Îsraîlê derheqê gefên rejîma Îranê, yên li ser welatê xwe û hebûna hêza leşkerî a rejîma Îranê di Sûriyê de hişdarî da.

Li gora raporên belavbûyî, “Benjamin Netanyahu” Serokwezîrê Îsraîlê di serdana xwe ya bo welatê Rûsiyayê de digel “Wilademir Potin” Serkomarê wî welatî civiya, û derheqê metirsiyên rejîma Îranê yên li ser ewlehiya deverê û gefên li ser welatê Îsraîlê gotûbêj kirin.

Benjamin Netanyahu derheqê nîqaşên rayadarên rejîma Îranê gotiye ku: “Holocaust”eke din naqewime”, û navbirî herwisa tekez jî kiriye ku rê nadin daku rejîma Îranê Lubnananê, weke sekoyên mûşekî mifahê jê werbigire.

Rayedarên rejîma Îranê îdi`aya jinavbirina Îsraîlê dikin, lê “Netanyahu” dibêje ku, ewê bi hemû hêza xwe li hemberî rejîma Îranê de bisekinin, û her di vê derheqê de jî hem “Netanyahu” û hem jî “Vladimir Putin” di vê civîna xwe de ragehandine ku, ew qebûl nakin ku Lubnan bibe sekoya mûşekên rejîma Îranê.

Herwisa di çend rojên derbazbûyî de, “Run Minlis” berdevkê artêşa Îsraîlê, gotibû ku: sala 2018`an sala ceribandina Lubnanê ye, û bihêzbûna pêgeha rejîma Îranê di vî welatî de dibe sedema geşbûna agirê şer.

Herwisa navbirî zêde kiriye ku guhnedana hindek welatên cîhanê, derheqê bihêzbûna rejîma Îranê di Lubnanê de, bûye sebeb ku Lubnan bibe karxaneyeke herî mezin a dirustkirina mûşekênÎranê.

Di heyamên borî de, malpera întêrnêtî a “DEBKAfile” a girêdayî Îdareya Îtila`ata artêşa Îsraîlê, berpirsên Sûriyê haydar kiribûn, ku hekî rejîma Îranê binkeyên leşkerî di vî welatî de ava bike, “Tel Aviv
“ wê êrîşa leşkerî bike ser vî welatî.

Herwiha di demên derbazbûyî de jî, “Netanyahu” ragehandibû ku, bi hebûna desthilatdariya rejîma Îranê di Sûriyê de, bi qazanca Moskoyê jî nine, û emê bi hemû awayî rê ji hebûna leşkerî a rejîma Îranê û destûpêwendiyên rejîma Îranê di Sûriyê de bigrin.