Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ êrîşa li ser kempa Lîbirtî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir

22:23 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2016

Kurdistanmedia: PDKÎ di daxuyaniyekê de, êrîşa hovane ya rejîma Îranê li ser kempa Lîbirtî, ya Saziya “Mucahidînê Xelq a Îranê” protesto kir.

Deqa daxuyaniyê:

Daxuyaniya Deftera Siyasî a PDKÎ Derheq mûşekbarana binkeya Saziya “Mucahidînê Xelq a Îranê”


Li gora ragehandina ragehandinên giştî, êvariya roja Duşemiyê, 14’ê Pûşperê (04.07.2016)’an, binkeya Lîbirtî ya Saziya “Mucahidînê Xelq a Îranê” li nêzî bajarê Bexdayê cardin jî, bû armanca êrîşa bi mûşekan ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê û bikirêgirtiyên wê ve, û di encam de hejmarek ji rûniştiyên vê kempê birîndar bûn.

PDKÎ tevî mehkûmkirina vê kiryara hovane ya rejîma Komara Îslamî a Îranê, hêviya vê dixwaze ku birîndar gellek zû baş (qenc) bin, û silametiya xwe bi dest bînin. Her di vê derheqê de, hevsoziya xwe digel Saziya “Mucahidînê Xelq a Îranê” eşkere dike, û daxwazê ji NY û bi taybetî hevpeymanan û hikûmeta Îraqê, ku di hemberî parastina canê akinciyên vê kmepê de berpirsyar in dike, ku êdî bi yekcarî û bo hertim pêşiya van destdirêjiyên rejîma Komara Îslamî ya Îranê bigrin, û rê nedin ku Komara Îslamî ya Îranê, hevsar beredayî êrîşî ser opozisyona Îranê di nav xaka Îraqê de bike.

PDKÎ
15.04.1395
05.07.2016