Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşewa Qazî Mihemed jiyana xwe gorî ax û gelê xwe kir

18:50 - 6 Nîsan 2016

Azad Kurdî

Roja 10ê Xakelêwe (30ê Adara 1947) ku dike roja îdamkirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ye, ev bûyer ji aliyê PDKI ku Pêşewa yekemîn rêberê wê bû, weke Roja Şehîdên Kurdistanê hatiye diyarîkirin. estnîşankirina roja şehîdkirina wî rêberê zana kêmtirîn emegnasî bû bo xebat û hewildanên pêwşewa bo azadî û serxwebûna Kurdistanê.

Rast e temenê Komara Kurdistanê 11 mehan dom kir, lê di van 11 mehan de bi rêberî û pêşengiya Pêşewayê nemir, di kiryar de hikûmeteke demokratîk bi vê wateyê ku tê de gelê kurd biryarder û rêverberiya xwe dikir. Ji aliyê din netewî ku navê Komara Kurdistanê hilbijartibûn ku xewna sedan salî ya kurdan bû û herwiha kurdên hemû beşên Kurdistanê û bi taybet Barzaniyan berçav bû. Xebat û bernameyên Komarê di warên rêxistin, çekdarî, siyasî, civakî, aborî û çandî de bi qasê xizmetên hikûmeteke 10 salan bû. Ji ber ku hem rêveberên yekemîn komara kurdan û hem hemû civatên xelkê, hikûmeta kurdî bi ya xwe dizanîn û bi dil û can xizmeta wê dikirin. Lê taybetmendiyên Pêşewa Qazî Mihemed bandoreke mezin ser hemû kar û xebatên komarê hebû.

Gellek lêkolîn û pirtûk li ser 11 meh temenê desthilatdariya Komara demokratîk a Kurdistanê hatine nivîsin û belavkirin. Dijminên kurdan li herêmê her yekê li gor berjewendiyên xwe dîroka komara kurdan berevaj kirine û berevajî rastiyan ev bûyera giring a dîroka siyasî ya Kurdistanê nivîsandine. Hinek lêkolînvanên kurd jî xwe radestkirina Pêşewa Qazî Mihemed bi artêhsa Pehlewî ya Îranêweke pêngaveke tirsonk û bê wire binav dikin. Lê rastî sedî sed berevajî vê yekê ye, Pêşewayê mezin rêberekî gelî û gelhez bû. Pêşewa baş ev yek zanîbû ku ger bihelê û ji Mehabada paytexta komarê dûr bikeve, dê Mehabad rastî çarenûseke xerabtir ji bajarê Tewrêza cîran a Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanpe bê ku tê de Cefer Pîşewerî ligel hinek rayedarên vê hikûmetê xwe rizgar kirin û çûn bo Soviyetê ! Pêşewa çû pêşwaziya mirinê, lê mirineke bi serbilindane, da ku bajarên kurdan nebin gola xwînê û aliyên artêhsa hov ya Îranê û dijmin bi hêceta helatina wî kerb û nefreta xwe serê xelkê kurd birijînin.

Pêvajoya dadgehîkirina Pêşewa û wesiyetnameya wî vê yekê bi tevahî bo nifşên piştî Pêşewa Qazî selimandin. Biryar û karê herî hêsan û rihet bo Pêşewa çûn bo Soviyetyê bû, lê wî ev biryar neda û berevajî vê, pişta xelkê xwe berneda û di nav gelê xwe de ma û bi rûmet û serbilindî heta dawî çirkeya jiyana xwe berevanî ji mafê dewletbûna kurdan û avakirina Komara Kurdistanê kir. Ji vê yekê re dibêjin, gelhezî, wêrekî, netirsî, wefadarbûn û rêberbûn. Ji ber van sedeman jî bû ku PDKI di biryareke dîrokî de roja şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, bi Roja Şehîdên Kurdistanê diyarî kir.

Hemû kar û kiryarên Pêşewa di 11 meh dethilatdariya Komara Kurdistanê û herwiha biryara wî ya mayîna ligel xelkê xwe û giringtir ji vê yekê jî pêvajoya dadgehîkirina wî heta birina Pêşewayê zana bo ser dara îdamê, waneyên mezin in bo me nifşên piştî Pêşewa Qazî Mihemed. Felsefeyeke kûr aşehîd ev e ku jiyan û canê xwe weke sermaya herî buhagiran a jiyana xwe gorî azadî û axa welatê xwe bike. Pêşewa Qazî nimûneya herî mezin û berçav a şehîdên Kurdistanê ye ku jiyana xwe gorî ax û gelê xwe kir. Peyamek ku heta roja bicî hatina wan hêviyên Pêşewa, nabe nifşên piştî Pêşewa Qazî Mihemed ji bîr bikin û dibe hergav lê xwedî derkevin û rûmetê pê bikin.