Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên nav bajar berbirûyê Sipaha Pastaran bûn

23:58 - 6 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Tîmek ji hêza Pêşmergeyên navbajêr ên ser bi hêza Pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di boseya hêzên sipaha terorîstî a Pasdaranê de ketin û di vê pevçonê de derbek giran ji hêzên rejîmê dan.

Şeva Şemî li ser Yekşemî, 5`ê Tebaxa 2017`an, demjimêr 11`ê şevê tîmek ji hêza pêşmergeyên navbajêr yên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di dema ençamdana meimûriyetekî hizbî de, ketne boseya hêzên terorîstî yên ser bi Sipaha Pasdaran û kirêgirtiyên rejîmê de û şer û pevçûn li navbera wan de çêbû.

Di wê pevçûnê de ku li bajarê Pîranşehrê de çêbû, hêza Pêşmerge derbek giran ji hêzên rejîmê xistin.

Zaniyariyên zêdetir li vê derheqê de dê paşan bi raya giêtî re werin eşkere kirin.