Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsa Kurd û dijmin

13:44 - 8 Tebax 2017

Cemal Resûl Dinxe

Neteweya Kurd di erdnîgariya Rojhilata Navaîn de bi dirêjahiya dîrokê ji bo bidestxistina mafê xwe xebat kiriye, û di pêxema bidestxistina vî mafî de jî, qurbanî û nirxeke giran daye. Hekî xisranasiyê em ji bo van hokaran bikin, ku sedema vê ku heya niha Kurd serbarê vê ku têçûyeke zaf ya madî û me`inewî daye, lê negihane mafên xwe, vedigere ser gellek sedemên navxweyî ên xebata Kurd di navxwe de, û piştre jî sedemên wekî pêwendiya digel cîhana derve.

Rojhilata Navîn di dîrokê de tejî ye ji şer û nakokiya di navbera neteweyên vê erdnîgariyê, û berdewam qada rimbazîna hinek aliyên derekî û navxweyî ên hêzên vê navçeyê bûye. Bi xwendineke destpêkî ji rewşa siyasî û erdnîgariyê em dikarin bigihîjin vê encamê ku Kurd di cîhana siyasetê de bona desteberkirina mafên xwe di biyavê siyasî de bilindî û nizmî bi xwe ve dîtiye, û nekariye balansa xwe di biyavê siyasî de ragire, û siyasetê bike, û bo hertim di dîroka Kurd de hekî em qonaxbendiyê bikin bo me eşkere dibe ku hertim Kurd bo heyameke kêm serdema zêrîn hebûye, û piştre ji dest daye, û dîsan ceribandin ceribandine.

Di biyavê leşkerî de neteweya Kurd hêza çekdar hebûye, û li dijî dagîrkeran şer kiriye. Di şiroveya dîrokî de hertim bas ji vê tê kirin, ku Kurd yekgirtin di biyavê siyasî û leşkerî de nebûye, û ew yek bûye sedemek bona vê ku Kurd negihîje mafên xwe.

Lê tewahiya kêşeyê di nebûna yekîtiyê de nine, belkû zêdetir kêşe vedigerin bo lawazî yan jî nebûna çanda Kurd di siyaset û rêberîkirina şoreş û xebatê de. Di dîroka Kurd de her tim ew hêzên ku xebat ji bo azadiya neteweya Kurd kirine, bedela qebûlkirina hevdu û ji hev têgihîştinê, li pey vêdebirina hevdu bûne, û di vê derheqê de, gellek caran hêzeke Kurd bo jinavbirina aliyê din hawara xwe bo dijmin biriye.

Dirêjbûna xebata hêzên şoreşger ên Kurd bona gihîştina bi azadiyê sedemek din e ku lawazî û jihevbelavbûn li pey xwe aniye, û nebûna xebatê bixwe di nava beşên taybetî ên Kurdistanê sedemeke din e ku neteweya Kurd têçûya gihîştina bi rizgariyê bide. Herwisa piraniya herî zaf ya hêzên dijberî rejîmên dagîrkar ên Kurdistanê, ku daxwaza herifandina rejîmê hene, bixwe alaya pêkvesazanê digel dijmin hilgirtin.

Sedemek din ew e ku dijminên Kurd di vê navçeyê de di dîrokê de li dijî yektir bûne, lê di hemberî xwesteka neteweya Kurd de yek helwest bûne.

Herwisa sedemeke din ya dirêjbûna xebata Kurd vedigere ser çend siyasetên giştî û hertimî ên dijminan li dijî Kurd, û yekem siyaseta înkarkirina pirsa Kurd e. ya duyem jî, siyaseta nalojîk li hemberî pirsa Kurd e. Ya sêyem jî texek e ku îdiaya zanistîbûnê dike.

Li gora siyaseta yekem, dijmin berdewam û ji hemû riyekê ve, û bi awayî bernameyên hemû cure, bas ji vê dike ku tiştek bi nave pirsa Kurd di gorê de nine, û ew çar welatên ku Kurdistan bi ser de hatiye parvekirin, pirsa Kurd destçêkirî û şibhê cinan e, û bas ji vê dikin, ku destepeyva Neteweya Kurd (Kurd Nation), destçêkiriyê dijmin e. Herwisa di vê siyasetê de dijmin rû li neteweya Kurd dibêje: Em yek in, û cudahiyên heyî destçêkiriyê dijm in.

Sansora peyva Kurd di her biyavekê de ji aliyê deshilatdarên van rejîman ve nîşana eşkere ya înkara neteweya Kurd e.

Di siyaseta duyem de, vê desteyê ji hêza Kurd bi siyaseta xwe, ne tenê tu alîkarek nebûne bo çareseriya pirsa Kurd, belku di qalibê şoreşgerbûnê de pirsa Kurd kirine girêyeke hişk, û herwisa temenê Kurdxwaziyê bo jinavçûnê rakêşane. Pêkhateya siyasî û derûnî ya vê desteyê bê îdia bûn.

Herwisa di siyaseta sêyem de, hinek hêzên siyasî ku xebatê bo neteweya Kurd dikin bas ji îdiaya zanistîbûnê dikin, û ji vê riyê ve dixwazin ku mafê Kurd bi dest bîne, di metoda yekem de wê desteyê di biyavê şiyana neteweyî Ability Nation de, şiyana hilgirtinê ya hewce tunîne, da ku bikare neteweya Kurd organîze bike, û xebatê bike û di rastî de, tu xwendineke wan bo pirsa Kurd nine.

Dawî

Pirsa Kurd yek ji pirsên herî aloz ên Rojhilata Navîn e, hekî bi awayekî lojîkane û bi sebr û tehemul ve, hewl jê re nehê danê, di pêşerojê de jî, wekî derbazbûyî û niha wê aloztir û bixwîntir be.

Herwisa kêşeya Kurd hekî tevliheviyek ji hemû kêşeya Kurd be, û hêzeke bihêz di gorê de nebe, ku neteweyea Kurd bo gihîştina bi azadiyê organîze bike, ji aliyekî ve neteweya Kurd wê çiq û hêzên curbicur di bin navên cur bi cur de jê çê bibin, ku bixwe çaresernekirina wan pirsan vedigeşîne, û ji aliyekî din ve, temenê xebatê zêdetir dibe û nirxa wê zêdetir. Lewra dibe ku neteweya Kurd di her beşekê de bê ser vê baweriyê, ku dijmin dagîrker e, û Kurdistan kolonî ye, û bo rizgarkirina xakê, tenê amadebûn rêçare ye bo çareserkirina pirsa Kurd.