Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî şiliqandina girava aram ya Îranê ji aliyê PDKÎ ve, rejîm fermandarên xwe diguhere

21:15 - 29 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Piştî vê ku pêşmergeyên PDKÎ di hemberî êrîşa hêzên rejîma terorîst ya Îranê de, ber xwe dan, û bi qehremantiya xwe dersên jibîrnekirî dane dijmin, niha Elî Xamineyî fermandaran diguhere.

Li gora nûçegihaniyan di vê çarçoveyê de, Xamineyî piştî 27 salan, Hesen Fîrozabadî, ji posta fermandariya Nawenda Giştî ya Hêzên Çekdar vêde bir, û Muhemed Husên Baqirî di cihê wî de danî.

Fîrozabadî ku ji sala 1989’an ve, serokê Nawenda Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bûye, bi sedema beşdarî di serkutkirinê û binpêkirina mafên mirovan de, di nav rîzbenda tehrîmên YE de ye. Navbirî duktoraya “dampizişkiyê” heye.

Elî Xamineyî rêberê rejîma dijîgel ya Îranê di hukmê danîna Mihemed Husên Baqirî di cihê Fîroz Abadî de nivîsandiye ku: “Çavnihêriya me ji Mihemed Husên Baqirî ew e ku di hemberî metirsiyên li ser sîstema Komara Îslamî de, bi awayekî “Înqilabî” tekoşînê bike”.

Nawenda Giştî ya Hêzên Çekdar di Komara Îslamî de, nawenda herî bilind ya leşkerî ye, û erka siyasetdarêjî û fermandehî û hevahengiyê di navbera hemû hêzên çekdar ên Îranê de heye, û rasterast di bin çavdêriya Xamineyî de ye.

Rejîma Îranê ku berdewam bas ji hebûna aramiyê di sînorên xwe de dikir, û wisa hizir dikirin ku bi fetisandina dengê nerazîbûna xelkê, wê bikarin propagendeya hebûna girava herî aram di nava erdnîgariyeke pirr ji şer û kêşe bikin, pêşmergeyên PDKÎ tenê bi çûna xwe bo nav kûrahiya Kurdistana Rojhilat, ew girava wisa na aram kirin, ku niha serxetê nûçeyên gellek ji ragehandinên herêmê li ser hebûna şer di nav kûrahiya xaka Kurdistanê de dikin.