Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Jin û hilbijartinên serkomariyê li Îranê

14:27 - 11 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Her di destpêkê de ku rejîma Komara Îslamiya Îranê hate ser kar, bi berdewamî cûdahî û zilm li jinê hatiye kirin û ev rejîma han bi awayên curbicur, jin ji birêvebirina karûbarên civakê bêpar kiriye.


Di demekê de gera 11’ê ya hilbijartinên serkomariyê li Îranê birêve diçe ku nîva civakê wate jin, ji beşdariya li pêşbaziya hilbijartinê hatine bê parkirin.


Hewceyê gotinê ye di vê hilbijartinê de jin dikarin berbijêrê xwe hilbijêrin lê nikarin di vê hilbijartinê de bixwe berbijêrê posta serkomariyê bin.
Rejîma Îranê li her hilbijartineke serkomariyê de, bo vê ku nîşan bide, jin jî mafê vê heye ku berbijarê posta serkomariyê be, îznê didin navnivîsiyê bikin, lê piştre ji fîltera Konseya nobedar re derbas nabe, bi vî hêcetê ku jin e.
Niha pirsyar di vir de ye ku armanca rejîma Îranê ji navnivîsiya wan çî ye? Gelo naxwazin ev jinane bibin serkomar an sînaryoyekê birêve dibin?
Yek ji pirsên girîng ên beşdariya jinan li hilbijartina de vedigere bo “Rêcelê siyasî”, ku di yasaya bingehîn de, weke yek ji sozên serkî bo berbijaran hetiye diyarîkirin.
Her di vê pêwendiyê de berdevkê şêvra çavedêriyê ragehand, Şevra Nobedar tu demekê “Rêcelê siyasî” bo van girîng nebûye ku wan piropagedane dikin.
Eva di demekê de ye ku li gor esla 115’a a yasaya bingehîn a rejîma Îranê, serkomar dibe di nav “Recolê siyasî û olî” de berbijêr bike û peyva “Recol” tenê bo mêre bikar tê.
Îro jin ji piraniya postên bilind ên weke, serkomarî, nûnerayetî û dadwerî hatine bêparkirin û niha li bereberê hilbijartinên serkomariyê de dixwazin bi dana sozan,bala jinan bo aliyê xwe bikêşin û evan bibne ser sindûqên dengdanê.
Piştî derbasbûna 34 salan ji temenê komara Îslamî derdikeve ku tenê heyamê hilbijartinan de jin dikevine berçavê desteladarên rejîma Îranê û piştî hilbijartinan ew tên jibîrkirin.
Karbidestên rejîma Îranê û li serweyî hemûyan rêberê Îranê, pirsa jin weke maldarî, dayîk û aşpêj mêze dike û gelek jî berçave.
Pere girtin û çûna serê ya tundutîjiyên weke avêtina têzavê bi ser dev û çavên jinan, û destdirêjiya bi kom bo ser jinan û kiçan ji aliyekê ve û çêkirina astengî û konterol kirina çalakiyên jinan li warê siyasî û civakî ve û herweha Telaq, Mîrat, Jin nîva mêr, cudakirina cinsî, bêparbûn ji hindek riştê zanîgehê û....hwd, ji aliyek din ve, li sîstema Komara Îslamiya Îranê de bi dijî jinan birêve diçin.

5052.jpg


Ji jinan di hilbijartinan de, weke emrazek teblîxatî mifah tê wergirtin

Sozên karbidestên rejîmê tu carî li berjewendiya jinan de nebûye û ji wan wek emrazekê mifah hatiye wergirtin.
Xomeynî rêberê pêşîn yê Îranê ne tenê tu baweriyek bi beşdariya jinan di berêvebirina civakê de nebûye, belkû li hewla evê de bû ku ji dengdanê jî bêpar bike û ji gelek tiştên din jî bêpar bike, lê bo evê ku meşru’yetê bi nîzama xwe bide bi van mafê dengdanê da.
Her çend ku jinan bi berdewamî li jêr çavdêriya ewlehiya rejîmê de bûne û “geşta îrşad” bi xasmanî bo konterol kirina şêwaza berkirina cilûbergan danîne, lê di dema hilbijartinê de tu karek bi van nine û heta rasterast di civînan de beşdarî dikin û guh ji axavtina van digirin.
Ya balkêş ew e ku jin li Îranê de ji çûna bo yarîgehan ( bi awayê têkel û bi mêran re) hatine bê parkirin, lê dema ku hewcehî bi wan hebin, rê didin wan ku bi dilê xwe kar bikin, û li yarîgehan de beşdariyê li civînên berbijaran de bikin.
Ya ku em dikarin li dawiyê de bêjin û eşkere ye jî, ew e ku ew şêweya mêzekirina ji jinê, li rastî de kêmdîtina jinê ye, û şikandina kerameta jinê ye û jinên Îranê divêt gellek çav vekirî û netirsane, rê nedin ku bibne kerestê destê deshilatdarên rejîma Îranê û pîlanên wan bikne bilqa ser avê.

Raport/Îsmayîl Zûrmend
W/Daryûş Reşîdî