Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê pêşiya birêveçûna newrozê li Îndirqaşê girt

16:02 - 24 Adar 2018

Kurdistanmedia: Dezgeh û navendên ewlehiyê ên rejîma Îranê li gund û bajarên Kurdistana Rojhilat pêşiya birêveçûna rêûresma newrozê girtin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê,serbarê amadekariya xelkê gundê Îndirqaş a Şarwêrana Mehabadê bona birêvebirina rêûresmên newrozê, hêzên rejîma Îranê bi alîkariya kirêgirtiyên xwe pêşiya birêveçûna newrozê girtin.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia di vê derheqê de ragehand ku hêzên kincşexsî û binkeya leşkerî ya Darelek pêşiya birêveçûna vê merasimê girtine.

Herwisa di halekê de,ku hindek ji çalakên ferhengî ên Seqizê dixwastin ku di Salihawa ya vî bajarî agirê newroza îsal hil bikin, çekdarên rejîmê rêgirî ji wan kirin, û îzna birêvebirina vê merasimê nedan wan.

Di heyama rojên borî de, rejîma Îslamiya Îranê bi hemû şiyana xwe ve hewla xwe xiste ger, da ku pêşiya birêveçûna newrozê li Kurdistanê bigre,lê serbarê gefên rejîmê rêûresma newrozê li piraniya gund û bajarên Kurdistanê bi awayekî bicoş bi rê ve çû.