Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 13`ê Tîrmehê li navevda 3 ya Kurdistanê jî birêve çû

15:56 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Di navenda 3 ya Kurdistanê bi munasbeta 13`ê Tîrmehê, 26`mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, rêûresmek birêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, rêûresmek paşnîvro ya roja sêşemî 14`ê Tîrmehê bi beşdariya hejmarek ji endam û pêşmerge û malbatên Hizba Demokrat û herwiha mêvanên hêja hate sazkirin.

Rêûresm bi sirûda “Ey Reqîb” û deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê pakê şehîdên Kurdistanê, destpêkir.

Paşan “Mîro Eliyar” endmê Deftera siyasî ya Hizba Demokrat bi vê mînasibetê axftinek pêşkêşkir.

Mîro Eliyar dazanîn ku: Qasimlo bo me jiya û di pênav anîna azadî û bexteveriya gelê Kurd canê xwe fida kir. Bi vê sebebê ye ku Qasimlo heta hetayê di nav bîr û bawer a gelê Kurd de hertim sax e. Kurdê emegnas jî hemû salan 13`ê Tîrmehê ji bo rêzgirtin li yad û navê wî rêberê mezin rêûresmekê birêve dibe.

Mîro Eliyar di beşek din a axaftina xwe de got: Rêwîngên Dr. Qasimlo rêwîngên niştîmanperwerî û demokrasî û mirovahiyê ne. Bîr û hizra Dr. Qasimlo îro jî zindî ye.
Paşan serûdek jêr navê “Ey Rêberê Aştî xwazî ji aliyê Kora hûneriya navenda 3`ê ve hate xwandin.

Di aliyekî din a rêûresmê de helbestek ji aliyê “Xalid Paryad” ve pêşkêşî beşdarbûyan hat kirin . Dûre ji vê helbestê re, peyama yektiya jinan û Ciwanên komîteiya Cejnekanê ji aliyê “ Dîmen Qelatî” ve hate xwandin.

Pêşkêşkirina sirûdekî jêr navê “ tû bi hêzî” ji aliyê “ Metîn” ve hatibû amade kirin berhemeke dina ya rêûresmê bû.

Di dawî yê de “Hikmet Nebîzade û Xatû Hîşû Xizrî” heryek wan helbestek xwandin.

alboma wêneyan



vidoe