Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma salvegera terorkirina Dr. Şerefkendî di binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ de bi rê ve çû

16:54 - 21 Îlon 2015

Kurdistanmedia: Rêûresma salvegera terorkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî bi amadebûna endamên rêberî, kadr û pêşmergeyên PDKÎ û malbatên wan di binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ li bajarê Koyê de bi rê ve çû.

Li gor nuçegehaniya kurdistanmedia,Ew Rêûresm roja pêncşem, 26ê xermanan 23 hemîn salroja terorkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî destpêkir û di destpêkê de bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên riya rizgariyê dest pê kir.

Piştre rêzdar Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî yê PDKÎ bi vê boneyê ve axavtinek kir, û got ku: “Herçend nebûna Dr. Qasimlo, bi partiya me ve xuya bû, lê Dr. Şerefkendî bi jêhatîbûna xwe, û bi nezm û dîsîplîna xwe cihê Dr. Qasimlo tejî kir”.

Di beşeke din de sirûdeke şoreşgerî li jêr navê “Şerefkendî” ji aliyê girûpa muzîkê ya PDKÎ ve hate pêşkêşkirin.

Piştre peyama hevbeş ya yekîtiyên jinan, lawan û xwendekaran ku ji aliyê Hêriş Kerîmî endamê rêweberiya Yeketiya Xwendekaran ve hatibû amade kirin pêşkeşî beşdar bûyan kir.

Di dawiyê de rêuresm bi çend helbest û sirûdên şoreşvanî pêk hatibû ku ji aliyê kora mozîk PDKÎ ve pêşkeşî beşdarbûyên rêuresmê hat kirin û rêuresm bi dawî hat.

alboma wêneyan



vidoe