Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Umer Xulamelî, axavtinên Şahzade Nayif Erebistanînûnerê û parêzgarê Kurdistanê weha şirove dike

19:05 - 7 Gulan 2012

Şahzade Nayif Erebistanî:
“Erebistana Seûdî û endamên Şêvra alîkariya Kendavê li ser yek hêl û yekparçe di gel Behrînê sekinîne, û deshilatdarî û çarçoveya erzî a Îmaratên yekgirtî ên Erebî beşek ji ewlehiya kendavê ye”.

Rêzdar Umer Xulamelî, endamê Komîteya Navendî a PDKÎ axavtina Şahzade Nayif Erebistanî weha şirove dike:
“Di rastî de siyaseta komara Îslamiya Îranê di wartê xwe sepandina bi ser geklên Îranê û herweha welatên cînar de jî bûye sedema vê ku ew welatên Erebî li hemberî siyasetên rejîma Îranê û îdeolojiya vê rejîmê de kêşeyên xwe çareser bikin û li hemberî rejîma Îranê de yek helwest bisekinin. Herçend ew kêşeya li ser her sê giravan ne kêşeyek nû ye, lê di rastî de her ew siyasetên rejîmê ên ne durus û tevdanîkarane bûne sedem ku welatên Erebî bi hestyariyek zêdetir ve, vê pirsê bişopînin û bas ji xwedîtiyê wan giravan bikin”.

Ehedollah Darabî nûnerê parêzgarê Kurdistanê:
“heke bona pêşîgirtina ji qaçaxa kalayan li ser sînoran hêzên Întizamî deh beramber jî bêne zêdekirin, lê malbat her bi vî awayî bêkar bin, mirov nikare ku daxwaza dest hilgirtina karê qaçax ji wan bike. Divêt di warê aborî de pirsgirêk werin çareserkirin, û malbatên hewcedar li gor jiyanek normal dahat hebin da ku dest ji karê qaçax hilgirin”.

Rêzdar Umer Xulamelî axavtina nûnerê parêzgarê Kurdistanê jî weha şirove kir:“Di rastî de ew gotina nûnerê parêzgarê Kurdistanê li Îranê de ne afirandinek nû û ne jî axavtinek nû ye, rejîmek ku bixwe çavkaniya pêkanîna bêkariyê di Kurdistanê de ye bixwe baş dizane ku ji vê bêkariya xelkê Kurdistanê çi mifayekê wergire.di rastî de ne tenê li parêzgeha Kurdistanê belku li tewaya Kurdistana Îranê de ew qas kargeh û karxane û binyat tuninin ku têra xelkê Kurdistanê ên bê kar bike.

Bêkarî û rû kirina xelkê Kurdistanê ji bilî karê li ser sînoran bo başûr û nawenda Îranê ew qas rohn û berçav e ku heta nûnerê parêzgarê Kurdistanê û heta serkomar bixwe jî nikare haşayê lê bike.

Ji aliyek din ve berevajiyê têgihîştina nûnerê parêzgarê Kurdistanê kolberî bi armanca peydakirina bijêwa jiyanek şerafetmendane û li rûyê neçarî ve, di tu qamûsekê de karê qaçaxçîtiyê nine, belkû hewildane bo jiyaneke serfirazane û rejîm rojane bi gulleyan bersiva vê karê wan dide ku bixwe navê qaçax li ser daniye. Ya ku ji xelkê Kurdistanê re niha qaçax e, di rastî asayiş û ewlehî, avedanî û kar e”.

Birêz Umer Xulamelî şiroveya wî li ser axavtina Hidayetxah jî weha bû:“Di rastî de kes tuneye ku nasyar nebe di gel wan hemû kirîzên siyasî, civakî û aborî ku li jêr sîbera hikumeta “Rical” ya wî de, berok û pêsîra xelkê Îranê girtiye.

Her ew dîtingeh û bîr û hizrên paşvemayî û li gorî sedsala navîn in ku li sedsala 21’an de pilana birêvebirina civakê dadirêjin, û riya pêşkevtina civakê li çarşîw û rêdîna dirêj ya mêran de dibînin, lewra em bi awayek ber bi çav şahidê diyarokên wek Îtiyad, Fehşa, qetil û cînayetan li jêr sîbera vê rejîmê de ne. Eva ku bas ji zirara madeyên bêhişker di nav civakê de dike, hewce ye em bêjin ku her di vî warî de jî ew bi xwe sebebkarê belav kirina madeyên hişber li nav civakê de ne û bo xapandina xelkê û berxwar kirina raya giştî û rastiyan bas ji zirarên wan madeyan dikin’’.