Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzgirtin ji xebat û tekoşîna Dr. Qasimlo di parlemênta Feransê de

21:42 - 22 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Simînarek ji bo rêzgirtin ji bîr û hizra Dr. Ebdulrehman Qasimlo, bi pişikdariya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ di parlemênta Feransê de, bi rêve çû.
Li gor rapora Kurdistanmedia, simanarek ji bo rêzgirtin ji xebat û tekoşîna Dr. Qasimlo roja Şemiyê 21’ê Hezîran a 2014’an bi pêşdestî û alîkariya enstîtûya Kurd li Parîsê, û Deftera Nûneratiya PDKÎ li Parîsê, rêûresmeke hejî, di hola Vîktor Hogo ya parlemênta Feranseyê de, bi beşdariya hejmareke berçav ji kesayetiyên Kurd û Îranî û Feransewî, bo heyama sê demjimêran bi rêve çû.

Di bernameya vê rêûresmê û panêlên wê de, bo bas li ser kesayetî û bîr û boçûnên Dr. Qasimlo, piştî gotara bi xêr hatinkirinê, ji aliyê Sîrjiyo Koronadoyê parlemanter ve, van kesayetiyan di çend panêl û civînan de, gotarên xwe pêşkêş kirin.

1-Xatû Coyz Bilû, mamostaya zanîngehê
2-Hêlîn Kirlolîş (Nesrîn Qasimlo)
3- Dr. Bêrnard Giranjon serokê pêşîn ê “Mîdsên Domond”
4- Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ

5-Dr. Firêdrîk Tîso console giştî yê pêşîn ê Feransayê li Herêma Kurdistanê

Piştî vê panêlê, û bilavkirina dîkomentarekê li ser Dr. Qasimlo, panêla duyemîn bi beşdariya van kesayetiyan bi rêve çû, û gotarên xwe pêşkêş kirin.

1-Kendan Nezan, serokê enstîtûya Kurd li Parîsê
2- Bêrnard Koşnêr, Wezîrê Karê Derve yê pêşîn ê Feransayê
3-Mark Kirawîts, rojnameger
4-Ebdulkerîm lahîcî, parêzer û serokê FDIH
5-Canatan Randal, rojnamenûs

Her yek ji van kesayetiyan di gotarên xwe de, aliyên curbicur ên kesayetiya Dr. Qasimlo û bîr û hizra Dr.Qasimlo xistin ber bas û lêkolînê, û rêz ji demokratbûn û bîr û hizra pêşkevtinxwazane ya Dr. Qasimlo girtin. Ew rêûresma rêzgirtinê, heya demjimêr 5’ê êvarê, bo heyama sê demjimêran dom kir.