Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja pêşmergê Kurdistanê di binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ de bilind hate ragirtin

16:30 - 19 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Bi boneya 26’ê Sermawezê roja pêşmergê Kurdistanê di binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ de bi rê ve çû.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia: Roja 26’ê Sermawezê, rê ûresma 26’ê Sermawezê roja pêşmergê Kurdistanê bi beşdariya rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ, û endamên rêberî, kadr û pêşmerge û endam û malbatên PDKÎ di binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ de bi rê ve çû.

Ew rê ûresm bi xwendina sirûda Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên riya azadî û serbestiya Kurdistanê bi rê ve çû.

Piştre peyama komîsyona siyasî-nizamî a PDKÎ ji aliyê rêzdar Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ ve hate xwendin.

Rostem Cehangîrî di gotinên xwe de îşare bi vê kir ku: “Di rewşa niha de ku sozdariya pêşmerge ji bo parastina mirovahiyê û kerameta mirovan di tewahiya cîhanê de deng vedaye, pêşmerge bûye hêzeke diyar û xûya ya navneteweyî û navê pêşmerge di refa hêzên herî pêşkevtî ên cîhanê de berçav dikeve, ku çawa bi morala xwe û bi çekên herî destpêkî li dijî hêza herî kevneperest di cîhanê de sekinî ye, û pêngav bi pêngav paşekêşe pê tê kirin”.

Piştre sirûdeke şoreşgerî li jêr navê “Bawer” ji aliyê koma muzîka PDKÎ ve hate xwendin.

Di nav vê rê û resmê de, Rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ lewha rêzgirtinê da van pêşmergeyên ku 20 salan di nav refên pêşmergeyên PDKÎ de xebat û tekoşîn kirine.

“Mihemed Muradî û Seyîd Taha Ebdullahpûr û Hamid Ehmedî û Hesen Qadirî ji wan pêşmergeyan bûn, ku 20 salan di nav refên PDKÎ de pêşmergatî kirine.

Piştre hunermendê navdar ê Kurd “Hozan Birader” hunermendê bakura Kurdistanê taybet bi roja pêşmergê Kurdistanê çend stran pêşkêşî berhevbûyiyan kirin.

Di doma rê û resmê de, helbestek li jêr navê “Koçêk Demgirêt” ji aliyê xatû “Sara Parsa” ve hate xwendin.

Di beşeke din ya vê rê û resmê de, peyama hevbeş ya Yekîtiya Jinan, Lawan û Xwendekaran ji aliyê “Saman Ehmedî” ve hate xwendin.

her bi boneya Roja Pêşmergê Kurdistanê pêşangeheke wêneyan ya taybetî bi 26’ê Sermawezê ji aliyê komîsyona Perwerde ya PDKÎ ve hate vekirin.

Piştre sirûdeke şoreşgerî li jêr navê “Pêşmergê Kurdistanê” û herwisa çend stranên fulklur ji aliyê koma muzîkê ya PDKÎ ve hate pêşkêşkirin.

Ew rê û resm bi govend û dîlana Kurdî bi dawî hat.

12932.jpg

12934.jpg

12931.jpg

12936.jpg

12933.jpg

12930.jpg

12959.jpg

12954.jpg

12957.jpg

12956.jpg

12958.jpg

12955.jpg

12942.jpg

12950.jpg

12951.jpg

12952.jpg

12949.jpg

12948.jpg

12947.jpg

12946.jpg

12945.jpg

12944.jpg

12953.jpg

12941.jpg

12939.jpg

12937.jpg

12938.jpg