Kurdistanmedia: Di rêûresma vekirina nûneratiya HAK-PAR`ê de, ku li Hewlêrê pêk hat, şandeke PDKÎ beşdarî kir.
Roja Yekşemiyê 26`ê Xermananê şandeke PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ beşdarî di merasima vekirina nûneratiya HAK-PAR`ê de kir, ku yekem car e ew nûneratî di Hewlêrê de tê vekirin.
Şanda PDKÎ bi vê boneyê ve pîrozbahiya PDKÎ gehande HAK-PAR`ê, û pêdagirî li ser berdewamiya pêwendiyên dostane û alîkariya di navbera xwe de kirin.
Herwisa ew şand ji aliyê serokê HAK-PAR`ê Refîq Karakoç û hevalên wî ve bi germî hate pêşwazîkirin, û piştre şandeke HAK-PAR`ê bi serokatiya Kemal Borkay kesayetiyên naskirî ê Bakûra Kurdistanê di merasima 25.mîn salvegera terorkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî de beşdarî kir, ku di binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ li Koyê de pêk hat.
Di merasima vekirina nûneratiya HAK-PAR`ê de, çendîn şandên cuda cuda ji partiyên her çar perçeyên Kurdistanê, û herwisa cihgirê parlementoya Herêma Kurdistanê û parlemantar û parêzgarê hewlêrê û dezgehên ragehandinan beşdar bûn.