Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdana rêzdar Mistefa Hicrî li gel berpirsyarên Birîtanyayê dom dike/ çavpêkevtin li gel Balwêza Amrîkayê

15:40 - 16 Adar 2013

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekerterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li serdana xwe yên li gel karbidestên Birînayayê, bi berdewamî bas li girtina çalakvanên Kurd û kuştina kolberan li Kurdistana Îranê kiriye.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja 15’ê Adar a 2013’an, sekerterê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê civînek li gel çendîn lordên ser bi Partiya Karî a Birîtanyayê pêk aniye.
Di vê dîtinê de siyaseta giştî a PDK Îranê, rewşa niha yên netewên Îranê, pirogirama newekî a rejîma Îranê û karegeriya dorpêçên abûriyên li ser xelkê û herweha kuştina kolberan, li gel van lordane bas kir.
Li dîtineke din yên birêz Mistefa Hicrî, bi awayeke fermî serdana balwêzaxaneya Amrîkayê li bajarê Lendenê kir û li gel berpirsê pişka siyaseta derewe – Îranê, di vê balwêzxanê kom bûn.
Hebijartina serkomariya rejîma Îranê, bernameya nawekî a rejîma Îranê, karegeriya dorpêçên navdewletî li ser xelkê û rejîma Îranê, rewşa niha ya opozîsyona Îranê bi giştî û bi taybet opozîsona Kurd û rula Îranê li ser Sûriyê, tewera serekiya bas û babetên vê dîtinê bûn.
Di vê rûniştinê de rêzdar Hicrî amarek li ser kuştin û birîndarkirina kolberan û qurbaniyên ser mînê, destbiserkirina Kurd li Kurdistana Îranê, ji aliyê rejîma komara Îslamî ya Îranê ve pêşkêşî balwêzaxaneya Amrîkayê li Birîtanyayê kir.
Her di vê rojê de birêz Mistefa Hicrî sekerterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li gel “Mark Fîzpetrîk” berpirsê binkeya navneteweyî ya lêkolîna sitratîjîkê kom bû.